Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li febrîqeyeke li Rûsyayê ji ber teqînê 6 kes mirin

Li herêma Samara ya Rûsyayê li febrîqeyeke teqemeniyan teqînek çêbû. Herî kêm 6 kes mirin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûs, teqîn li febrîqeya Promsîntez a li Çapayevskê pêk hat.

Yek ji nûnerên servîsa alîkariya destpêkê ji ajansa cemaweriyê TASS'ê re axivî û got, "6 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn."

Li gorî agahiyên li ser malpera înternetê ya Promsîntezê, li vê febrîqeyê ji bo endustriya madenê teqemenî tê hilberandin û nêzî 1300 kes li febrîqeyê dixebitin.