Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Alaskayê erdhej çêbû: Alarma tsûnamiyê hat dayîn

Li nîvgirava Alaskayê bi pileya 7,4 erhej çêbû. Piştî erdhejê alarma tsûnamiyê hat dayîn.

Enstîtuya jeolojiyê ya Emerîkayê ÛSGS, ragihand ku erdheja bi pileya 7,4 di 21 kîlometre kûrahiya di bin erdê de çêbûye.

Servîsên lezgîn ên Alaskayê li ser twîtterê gotin ku dibe karesateke lehiyê ya girîng çêbibe. Servîsên lezgîn diyar kirin ku eger tsûnamî hebe, wê saet di 12.10’an de li bejahiyê bide.