Zaravayên Kurdî ji bo Şengal û Kobanê li Stockholmê civiyan
Zaravayên Kurdî ji bo Şengal û Kobanê li Stockholmê civiyan
Zaravayên Kurdî ji bo Şengal û Kobanê li Stockholmê civiyan
Estîtuya Kurd a Stockholmê "Roja helbestên zaravayên Kurdî", ku her sal bi awayekî kevneşop lidar dixe, îsal diyarî berxwedana li Şengal û Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê tên meşandin kir. Ji çar parçeyên Kurdistanê helbestvanên Kurd, li paytexta Swêd Stockholmê civiyan û helbestên xwe yên ji bo Şengal û Kobanê nivîsandibûn, xwendin.
Serokê Enstîtuya Kurd a Stockholmê Dr. Huseyîn Xalîqî di axaftina vekirinê de diyar kir ku ev çalakiya wan tevî ku tevkariyeke rewşenbîrên Kurd li berxwedana Şengal û Kobanê ye, di heman demê de kombûna zaravayên cuda yên Kurdî wê Gelê Kurd bêtir nêzî hev bike û bibe sedem ku Kurd bêtir hev fêm bike.
BERXWEDANA KOBANÊ RÛMETA ME YE
Xalîqî got, "Eger dijmin hatibe ber deriyê te, dest dirêjî namûs û xaka te dike, hingî tu neçarî xaka xwe û namûsa xwe biparêze. Berxwedana li Kurdistanê, li Kobanê dewam dike ji bo me rûmet e. Kurd bi vê berxwedanê re ji tevahiya cîhanê re dibe mînakek. Me çav bernedaye xaka ti kesî. Lê li dijî qirêjiyên êrîşî xaka me dikin, şer divê bê kirin. Ji ber vê yekê ez bawerim ku gelê Kurd wê bi ser bikeve."
Helbestvanê ji Rojhilatê Kurdistanê Tûreç Esperî bi zaravayê Hewremanî-Goranî-Kelhorî pêşkêşiya xwe kir û helbesten xwe yên ji bo Kobanê xwend. Helbestvanên Kurdistanî li ber gîtar û tembûrê helbestên xwe xwendin.
Helbestvana ji Bakurê Kurdistanê Aynûr Aras anî ziman ku dema wê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Êzidiyan di televîzyonê de dît heta sibehê nekarî razê û hest û ramanên xwe yên li ser trajediya li Şengalê, nivîsand.
SERÊ ME BILIND E
Aras piştî ku helbesta xwe ya li ser Şengalê xwend got, "Em jin dibe ku ji aliyê bedenî ve qels bin, lê belê berxwedana li Kobanê nîşan da ku berxwedana li wir di heman demê de berxwedana jinê ye. Ji ber vê yekê serê me bilind e."
Helbestvan Kamran Sîmo Hedîlî jî li ser wêrekî û lehengiya Arîn Mîrkan helbesta xwe ya bi navê "Arîn Mîrkan" xwend û li ser trajediya Şengalê jî helbesta xwe ya bi navê "Ev der Şengal e" bi zaravayê Kurmancî pêşkêş kir.
Şanoger û helbestvan Kerîmo beriya helbesta xwe bixwîne got, "Niha tevahiya cîhan li ser Kurdan û berxwedana li Kobanê diaxive. Divê em her tim ji vê kêfxweş bin û moralê werbigirin. Divê em çepikan ji lehengên li Şengal û Kobanê li ber xwe didin, bidin." Kerîma helbesta xwe ya ji bo zarokê biçûk "Azîzo" ku dê û bavê wî nekarîbû hilgire û li Şengalê jiyana xwe ji dest da, ya bi navê "Azîzo" xwend.
Xîzan Şîlan jî helbesteke xwe ya berê, helbestvanê Êzidî Seyîd Hewîrî jî helbesta xwe ya li ser Şengalê bi beşdaran re parve kir.
Jina Êzidî Noshen Shokor a 21 salî ku piştî komkujiya li Şengalê ji bo alîkariya Êzidiyan çû Başûrê Kurdistanê anî ziman ku wê li du kampên 40 hezar kes lê bûn lêkolîn kiriye û dîtiye ku mirov di şert û mercên gelekî zehmet de hewl didin jiyana xwe dewam bikin.
Shokor diyar kir ku zarok di nav psîkolojiyeke welê de ye ku di her kêliyê de çeteyên DAIŞ'ê dikarin ji nû ve êrîş bikin û helbesteke xwe ya li ser vê rewşê nivîsandî xwend.
Shokor ji bo rizgarkirina jinên Êzidî bang li hemû dewlet û saziyan kir ku bikevin nava hewldanên şênber.