YPG: Li Şêxmeqsûd bi dehan çeteyên êrîşkar hatin kuştin
YPG: Li Şêxmeqsûd bi dehan çeteyên êrîşkar hatin kuştin
YPG: Li Şêxmeqsûd bi dehan çeteyên êrîşkar hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di encama pevçûnên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de bi dehan endamên koma êrîşkar hatine kuştin û şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe jidest daye.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Helebê di derbarê êrîşa koma çekdar a Ensar El-Islam li ser benda kontrolê ya hêzên Asayişê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di encama pevçûnan de bi dehan endamên koma êrîşkar hatine kuştin û şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe jidest daye.
Femandariya Giştî yaYPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şeva borî komên çekdar ên Ensar El-Islam ku gorêdayî Artêşa azad e êrîş birine ser benda kontrolê ya hêzên Asayişê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, yekîneyên YPG'ê jî ji bo ku alîkariya hêzên Asayişê bikin çûne cihê bûyerê.
Daxuyanî wiha dewam dike: "Di navbera yekîneyên me û komên çekdar de pevçûn rû dan û di encamê de bi dehan endamên koma êrîşkar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, koma çekdar xwe paşve kişandin û benda wan a kontrolê li devera Ferûc Emar kete bin kontrola yekîneyên me de, di pevçûnan de wesayîtek hate desteserkirin, wesayîteke doçka û hin wesayîtên din hatin rûxandin û di encama berxwedana lehengî ya yekîneyên YPG'ê de jî şervanê me yê bi nasnav Egîd jiyana xwe jidest da."
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG'ê wiha dewam dike: ‘’Ev koma êrîşkar a Ensar El-Islam ji aliyê kesê bi navê Adil Eso ve tê birêvebirin. Em ne li dijî Artêşa Azad in, em li dijî komên çekdar ên weke Ensar El-Islam in ku welatiyan talan dikin û di navbera me û Artêşa Azad de tevlîheviyan derdixin."
Fermandariya Giştî ya YPG'ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Emê li hember kiryarên komên çekdar ên xwe wek Artêşa Azad didin naskirin bêdeng namînin, buhayê wê çibe bila bibe emê rê nedin tu hêzan ku fitne û tevlîheviyan bixe navbera gelên Kurd û Ereb."
Nasnameya şervanê YPG'ê wiha ye:
Nav: Basil Hemdî
Nasnav: Egîd.
Navê Bav: Hemîd Hemdî
Navê Dayikê: Feyrûz Nasan
Cih û Dîroka jidayik bûnê: Gundê Badîna-Efrîn 1994
2012’an de tevlî nava refên YPG'ê bûye
29’ê tîrmehê 2013’an li Şêxmeqsûd a Helebê jiyana xwe jidest daye.