YPG: Li her sê eniyên Kobanê 34 çete hatin kuştin
YPG: Li her sê eniyên Kobanê 34 çete hatin kuştin
YPG: Li her sê eniyên Kobanê 34 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê destnîşan kir ku di roja 41. a berxwedana Kobanê de, çeteyên DAIŞ'ê yên bi hêzên teqwiye êrîş dikin, rastî derbên giran ên şervanên YPG/YPJ û hêzên Burkan El Firat tên. Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li her sê eniyên Kobanê 34 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Di vî şerî de 4 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê û berxwedana li hemberî van êrîşan di roja 41. de dewam dike. Fermandariyê diyar kir ku çeteyên hewl didin bi hêzên teqwiyê êrîşên xwe zêde bikin rastî derbên giran ên şervanên YPG/YPJ'ê û pêkhateya Artêşa Azad a Sûrî hêzên Bûrkan El Firat tên.
LI SÊ ENIYÊN KOBANÊ 34 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de, der barê şer û pevçûnên li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên 24 saetên dawî de ev agahî hatin dayîn:
"Duh piştî nîvro şerê ku li eniya Rojhilat destpê kir heta nîvê şevê bênavber dewam kir. Li Kaniya Kurdan, taxa şaredariyê û li qada Azadiyê di şer de 11 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin û wesayîtek doçka barkirî jî hat îmhakirin.
Li eniya Başûr jî di şerê heman wextê de derbên giran li çeteyan hatin xistin. Di vî şerî de jî 14 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Hêzên me 1 Keleş, demançeyek, êlekek êrîşa întixarî û gelek cebilxane desteser kirin.
Hêzên me li Başûrê Kobanê di navbera gundên Minaze û Gulmetê de li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de motorsîkletek hat îmhakirin û 2 çete hatin kuştin.
Li eniya Rojava jî hêzên me di navbera gundên Pinder û Sosanê de li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 wesayît hat îmhakirin û 7 çete hatin kuştin.
4 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Di nava 24 saetên dawî de 4 hevalên me ku wezîfeya parastinê dikirin, bi qehremanî û fedekarî şer kirin gihîştin şehadetê."