YPG'ê revandina nûçegihanan şermezar kir

YPG'ê revandina nûçegihanan şermezar kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)li Heleb û Efrînê revandina nûçegihanên Orient TV şermezar kir û diyar kir tu têkiliya yekîneyên wan bi bûyerên revandinê re tuneye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)daxuyaniyeke nivîskî weşandû bûyerên revandina hin nûçegihanan li Efrînê û nûçegihanên kanala Orient TV ên li herêma Til Rifet a Helebê şermezarkirû YPG’ê diyar kir ku tu têkiliya yekîneyên wan bi bûyerên revandinê re tuneye.

Di daxuyaniya Fermandariya YPG'ê de wiha tê gotin: "Di rojên derbasbûyî de hinek nûçegihanên kanala Orient TV li bajarokê Til Rifet ê Helebê hatin revandin û hin aliyan xwestin ku me bi revandina nûçegihanan tewanbar bikin."

Daxuyanî wiha dewan dike: "Weke tê zanîn ne togay, ne tabûr û ne jî şervanekî me li herêma Til Rifetê tuneye, her wiha me heta roja îro tu carî karê rojnamevanên ku li herêmên me dixebitin asteng nekiriye, berovajî vê yekê em pir caran alîkariya wan dikin û nûçegihanên Orient Tv li herêma Efrînê bi serbestî karên xwe dikin."

Daxuyaniya fermandariya  YPG`ê wiha bi dawî dibe: "Tu têkiliya me bi revandina nûçegihanan re tuneye û em van kiryaran napejirînin, her wiha em aliyên ku ev kiryar kirine şermezar dikin û hêvî dikin ku nûçegihan di demek nêz de vegerin ser karên xwe."