YPG’ê li Girê Spî gundekî din rizgar kir

YPG’ê li Girê Spî gundekî din rizgar kir

Êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra ya li ser herêmên Rojava dom dikin û rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê ya tund tên. Di encama êrîş û bersivdayîn şervanên YPG’ê de gelek çekdarên El-Nusra hatin kuştin, her wiha YPG’ê gundê Bîr Kîtikê yê başûrrojavayê Girê Spî ji komên çekdar rizgar kir.

Li Girê Spî (Til Ebyed) çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra duh di saetên sibê de êrîşî gundê Bîr Kîtikê ku li başûrrojavayê Girê Spî ye û şêniyên wê Erebin kirin, malên welatiyan talan kirin û dizîn. Komên çekdar xwe di dibistana gund de bicih kirin. Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku ji bo parastina gundiyan li nêzî vê herêmê bûn, mudaxele kirin û di encamê de pevçûnên dijwar rû dan. Pevçûn bê navber heta saet 01.00 şev dom kirin. Li gorî agahiyan di encama pevçûnan de bi dehan kuştî û birîndarên êrîşkar çêbûne. Êrîşkarên ku gelek wendahî dan neçar man ku paşve bikişin û şervanên YPG’ê gund bi temamî tevî dibistan û depoyên avê ji çekdarên El-Nusra paqij kir.

Li aliyê din jî li gundên Til Findir, Til Exder û Kendal pevçûn dem bi dem dewam dikin.

DI NAVA ÊRÎŞKARAN DE KESÊN TÛNISÎ, LÎBÎ, MISRÎ Û EFGANÎ

Li Tirbespiyê jî pevçûnên dijwar li gundê Mihemed Diyab îro saet di 00.00’an de destpê kir û heta saet 05.00’an dewam kir. Li gorî çavkaniyên YPG’ê bi dehan çekdar hatine kuştin û birîndar bûne. Her wiha pevçûnên li gundên Çêlekê, Hemara û Mezlûma jî bi awayekî demî didomin.

Li gorî agahiyên YPG’ê di nava çekdaran de kesên Tunisî, Lîbî, Misrî û Efganî jî hene.

Li herêma Çilaxa jî pevçûn di roja xwe ya 14’mîn de didomin, duh di saetên şevê de li gundê Til Elo pevçûn derketin, her wiha li navenda Dicle ya Neftê, gundê Girhok, Yûsifiyê û benda kontrolê ya Mehetê dom dikin, derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.

Li Serêkaniyê jî duh saet di 21.00’an de çekdarên El-Nusra êrîş kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn li Esfer Necar û gundê Til Helef derketin. Pevçûnên li vir heta saet 22.00’an dom kirin.