YPG'ê ji Ebû Îsa re şîfa xêrê xwest
YPG'ê ji Ebû Îsa re şîfa xêrê xwest
YPG'ê ji Ebû Îsa re şîfa xêrê xwest
Fermandariya Giştî ya YPG'ê ji lîderê Hêzên Suwar El Reqqa Ebû Îsa û kurê wî yên li Rihayê di encama êrîşa çeteyan de birîndar bûn şîfa xêrê xwest û got, "Li dijî vê êrîşa bêbext wê bersiva me hê bêtir biratî û têkoşîna hevpar be."
Fermandariya Giştî ya YPG'ê, der barê hewldana revandin û êrîşa li Rihayê ya li dijî lîderê Hêzên Suwar El Reqqa Ebû Îsa û kurê wî de, ku bi xwe di nava Burkan El Firat de li gel YPG'ê li dijî DAIŞ'ê tê dikoşin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî de hat bibîrxistin, ku Hêzên Suwar El Rakka ya di bin fermandariya Ebû Îsa de ev saleke li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê bi YPG'ê re di refên pêş de têdikoşin û hat gotin, "Berxwedana Kobanê ku ji 15'ê Îlonê ve dewam dike û dikeve roja 38'an tevlîbûna wan a aktîf çêdibe. Hêzên Suwar El Reqqa bi hêzên me re mil bi mil şer dikin û di nava berxwedana salekê de 30 şehîd dane.
'BERSIVA ME WÊ HÎN BÊTIR BIRATÎ Û TÊKOŞÎNA HEVPAR BE'
Ji ber ku hêzên Suwar El Reqqa ya ku di bin fermandariya hevalê me Ebû Îsa de bi hêzên YPG'ê re bi awayekî hevpar di nava berxwedanê de bû ket hedefa çeteyên DAIŞ'ê. Êrîşa li Rihayê jî ku ew û kurê xwe bûn hedef ji ber vê yekê ye.
Wekî YPG baweriya me ya bi biratiya gelên Kurd û Ereb bêguman e. Têkiliya YPG û Suwar El Reqqa jî mînaka vê biratiyê ya herî li pêş e. Li dijî vê êrîşa bêbext wê bersiva me hê bêtir biratî û têkoşîna hevpar be.
Em ji hevalê xwe Ebû Îsa re dibêjin derbasbûyî be û şîfaya xêrê jêre dixwazin. Em ê di her şert û mercî de bi hêzên Suwar El Reqqa re bin."