YPG'ê duh bi şev derbên giran li çeteyan da

YPG'ê duh bi şev derbên giran li çeteyan da

Di pevçûnên ku şevê din li herêma Kobanê­ rû dan de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek çek û alavên leşkerî ketin destê şervanên YPG'ê.

Çeteyên DAIŞ'ê ji eniya rojhilatê herêma Kobanê êrîşî Kolana Şaredariyê kirin û rastî bersivdayîna hêzên YPG'ê hatin. Di encama pevçûnên di navbera her du aliyan de gelek çete hatin kuştin. Her wiha gelek çek û cibilxane û cenazeyên 2 çeteyan jî ketin destê şervanên YPG'ê. 

Li taxa Kaniya Kurdan a bajêr şevê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyek hat kuştin.

Li eniya rojavayê herêmê jî şer û pevçûn bi dijwarî di navbera hêzên YPG'ê û çeteyan de didomin. Li gorî agahiyan di pevçûnên şevê din de 5 çete hatin kuştin û motosîkletek hat rûxandin.

Li rojhilat û başûrê herêma Kobanê şer didome. Çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên sivîl yên li taxên bajêr hawanan bikar tînin û taxan topbaran dikin.