YPG’ê derbeyên giran li çeteyan da
YPG’ê derbeyên giran li çeteyan da
YPG’ê derbeyên giran li çeteyan da
Şer û pevçûn li rojhilat û rojavayê Kobanê bi hemû dijwariya xwe berdewamin. Şervanên YPG’ê doçkeyeke 23 rûxandin û gelek çete di pevçûnan de hatin kuştin.
Nûçegihana ANHA’yê ragihand ku li derdora Girê Til Şeîr ê rojavayê Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi hemû dijwariya xwe berdewamin. Di encam de gelek çete hatin kuştin û der barê hejmara kuştiyên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li rojhilatê Kobanê jî şer û pevçûnên giran rû dan. Di encamê de şervanên YPG’ê doçkeyek 23 ya çeteyan rûxandin.
Şer û pevçûn li her sê aliyên Kobanê berdewam in.