YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 34 çete hatin kuştin
YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 34 çete hatin kuştin
YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 34 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî YPG/YPJ û hêzên Bûrkan El Firat derbên giran dixwin, bi fuzeyên Grat û hawanên ji rejîma Sûrî desteser kirine û ji Iraqê anîne, bajêr topbaran dikin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de li Kaniya Kurdan 18, li qada azadiyê 9 û li eniya başûr jî 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 43. de dewam dike û got, "Komên çete ku li hemberî berxwedana şervanên me yên YPG/YPJ û hêzên Bûrkan El Firat ên ser bi artêşa azad nikarin bi pêş ve biçin, bi fuzeyên Grat û hawanên ku ji rejîma Sûrî desteser kirine û ji Iraqê anîne, bajêr topbaran dikin."
LI KANIYA KURDAN 18, LI QADA AZADIYÊ 9 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ragihand ku li eniya rojhilat şer li herêma Kaniya Kurdan, kolana şaredariyê û qada azadiyê giran bûye û destnîşan kir ku şervanên YPG/YPJ'ê li vê eniyê derbên giran li çeteyan dane. Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin li herêma Kaniya Kurdan 18, li derdora qada azadiyê jî 9 çete hatine kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Îro danê sibê komên çete hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî li derdora kolana şaredariyê êrîş pêk bînin, lê êrîş hatiye bêbandor kirin û wesayît di nava çeteyan de hatiye teqandin û rûxandin. Hêzên me li vê herêmê 1 BKC, kalaşnîkovek û alavên leşkerî yên çeteyan desteser kirine. Şerê li vê herêmê dewam dike.
LI ENIYA BAŞÛR 7 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li eniya başûr jî şerê ku duh nîvro destpê kir niha jî bê navber dewam dike. Li vê herêmê wesayîtek ku doçka li ser bû hatiye rûxandin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 çete hatine kuştin.
4 ŞERVANÊN YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Di şerê 24 saetên dawî de 4 hevalên me yên bi lehengî şer kirin, gihiştin şehadetê."