YPG: Di 2 rojan de 68 çekdar hatin kuştin
YPG: Di 2 rojan de 68 çekdar hatin kuştin
YPG: Di 2 rojan de 68 çekdar hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku di pevçûnên du rojên dawî yên bi komên çekdar re 68 çekdar hatine kuştin û 4 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Fermandariyê bal kişand ku komên îslama radîkal di asta herî jor de dijminahiya kurdan dikin û êrîşên hovane pêk tînin, lê berxwedana gel û YPG’ê nîşan daye ku tİ hovîtî nikarin îradeya gel bişikînin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê pevçûnên 2 rojên dawî ku bi êrîşên komên çekdar re ev 13 rojin dom dikin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên komên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam û Cephet El-Nusra yên li ser herêmên Rovayê Kurdistanê dom dikin û di tevahiya êrîşan de hêzên YPG’ê bersivên tund dane, di encamê de jî êrîşkar paşve çûne.
'LI GIRÊ SPÎ DARBEYÊN GIRAN XWARIN'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li herêma Girê Spî (Til Ebyad) hêzên YPG’ê bi armanca tolhildanê li gundê Kendalê çalakiyek lidar xistiye û ev tişt hatin gotin: “Li gundê Kendalê piştî tolhildana şehîd Dilovan ku di êrîşa destpêkê ya Girê Spî ya komên çete de jiyana xwe ji dest dabû, hêzên me darbeyên mezin li komên çekdar xistin. Hêzên YPG’ê herêm dorpêç kiriye û operasyona paqijkirinê dimeşîne.”
'LI SERÊKANIYÊ 32 ÊRÎŞKAR HATIN KUŞTIN'
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete gelek windahiyên mezin didin, lê careke din xwe komî ser hev dikin û dixwazin êrîşên xwe zêde bidin. Têkildarî mijarê di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heman koman xwestine ku Deriyê Sînor ê Serêkaniyê bidest bixin, lewre pevçûnên dijwar qewimîne û ev tişt hatin gotin: “Çeteyên ku ji Serêkaniyê hatibûn derxistin û niha li herêma Tel Xelefê ne, duh bi şev ji bo ku deriyê sînor bigirin, êrîşek berfireh pêk anîn. Lê hêzên me berxwedanek mezin nîşan dan û 32 endamên komên çete hatin kuştin. Komên çete neçar mane ku paşve birevin.”
LI MEZLÛMAN PEVÇÛN
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gundê Mezlûman ku 22 kîlometreyan dikeve başûrê Tirbespiyê jî komên çekdar êrîş pêk anîn e, lê hêzên YPG’ê bersiv daye û windahiyên mezin dane êrîşkaran. Hate gotin ku di êrîşê de 10 êrîşkar hatine kuştin û pevçûnên li herêmê hîn didomin.
‘XWESTIN ÊRÎŞÎ RIMÊLAN BIKIN’
Li ser pevçûnên li herêma Çelaxa jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Komên çete duh ji bo ku Rimêlan bigirin, ji gundên Girhok û Cinêdiyê bi çekên giran ên wekî tang, doçka û hawanan êrîşek berfireh pêk anîn. Lê hêzên me bersivek tund daye û windahiyên mezin dane êrîşkaran. Di pevçûnên ku hîn didomin de 26 endamên komên çete hatin kuştin, gelek birîndar bûn, her wiha tangek hate derbkirin.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di heman pevçûnan de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
‘DIJMINAHIYA HERÎ MEZIN DIKIN’
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Eniya El-Nusra û komên din ên îslama radîkal di asta herî jor de dijminahiya gelê kurd dikin û wiha hat domandin: “Dijminahiya wan ji ya rejîmê xirabtir e. Dixwazin bi darê zorê herêmên kurdan vala bikin. Ev 13 roj in êrîş dikin, lê di her êrîşê de têk diçin. Lewre serî li rêbazên qirêj û li dijî mirovahiyê didin. Malên kurdan dişewitînin, talan dikin û welatiyan neçarî koçberiyê dikin.”
‘TI HOVÎTÎ NIKARE VÎNA GEL BIŞKÎNE’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li gel hemû êrîşan jî bersiveke xurt daye û ev tişt hatin gotin: “Gelê kurd berxwedanek mezin nîşan dide, hêzên siyasî jî li dora YPG’ê bûne xelekek. Berxwedana gelê me, nîşan daye ku ti hêz û hovîtiyek nikarin îradeya gel bişikînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG û gelê kurd ji bo parastina herêmê û destkevtiyên şoreşê wê heta dawiyê li berxwe bidin û bang li hemû ciwanan hate kirin ku tevlî nava refên YPG’ê bibin û herêmên xwe biparêzin.