YPG: 3 jê emîr 28 çete hatin kuştin

YPG: 3 jê emîr 28 çete hatin kuştin

Di 24 saetên dawî de li sê eniyên herêma Kobanê çeteyên DAIŞ'ê derb xwarin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di nav 3 emîr herî kêm 28 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî jî hatin rûxandin.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê encama şerê 24 saetên dawî yê li Kobanê aşkera kir

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye:

"Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina herêma Kobanê di roja xwe ya 49'an de didomin. Hêzên me YPG/YPJ bi berxwedanek mezin êrîşên çeteyan têk birin. Hêzên me bi hêzên Bûrkan El-Firat a bi ser Artêşa Azad a Sûriyeyê ve û hêzên Pêşmergeyan re bi awayekî hevpar di êrîşên xwe de derbên giran li çeteyan dan.

Duh ji piştî nîvroj heta nîvê şevê li rojhilatê Kobanê li herêma Kaniya Kurdan û Kolana Şaredariyê pevçûnên dijwar qewimîn. Piştî şerê dijwar ê sîng bi sîng çete têk çûn. Li her du herêman 15 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Ji çeteyên hatine kuştin 3 emîrên çeteyan bûn.

Li eniya başûr jî şerê ku duh bi şev destpê kir heta danê sibê bênavber dewam kir. Piştî şerê dijwar çete têk çûn. Li vê herêmê 5 kuştiyên çeteyan hat tespîtkirin. Dîsa li heman eniyê wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin û 5 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.

Hêzên me li ser rêya Helebê jî çalakiyek li dijî çeteyan lidar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta bi doçka tevî çeteyên tê de hat rûxandin. Her wiha 3 çete hatin kuştin.

Li eniya rojava jî hêzên me, Bûrkan El-Firat û hêzên pêşmergeyan bi awayekî hevpar êrîşek pêk anîn. Êrîşa ku di navbera gundên Til Şeîr û Menazê de li gundikê Arbûşê pêk hat dewam dike.

Di nava 24 saetên dawî de 4 hevalên me bi qehremanî şer kirin û bi fedekariyek mezin bûn mînak û gihîştin şehadetê. Dîsa 2 şervanên hêzên Bûrkan El-Firat di dema êrîşa li dijî çeteyan de şehîd ketin."