Yaşar Yakiş: Tirkiye divê bi Kurdên Sûriyeyê re têkiliyên baş dayne

Yaşar Yakiş: Tirkiye divê bi Kurdên Sûriyeyê re têkiliyên baş dayne

Yek ji damezrînerên AKP’ê û wezîrê karê derve yê dema destpêkê Yaşar Yakiş balkişand ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê û got divê Tirkiye bi kurdan re têkiliyên baş daneye. Yakiş wihagot: “Gelekî wisa mezin xeyala wan ya dewletek serbixwe heye. Ev xeyal rewa ye. Divê ev bê qebûlkirin.” Daxuyaniya Yakiş piştî serdana hevserokên PYD’ê Salîh Muslim hat.

Yaşar Yakiş ji rojnameya Tarafê re axivî û der barê pirseke avabûna Kurda a li Sûriyeyê de  wiha got: “Em dikarin du bersivan bidin vê pirsê. Ya yekemîn ger berlêvekirina kurdan bi serkeve, ew serkeftin dê li Sûriyeyê jî encamên erênî bide. Ji ber ku têkiliya PYD bi PKK’ê re heye. Ji ber vê jî ew serkeftî be dê ne tenê Tirkiye û Sûriye, ji bo hemû herêmê baş be.

Yakiş da zanîn ku wek Başûrê Kurdistanê divê bi Rojavayê Kurdistanê re jî têkiliyên dostane bê avakirin û wiha pê de çû: “Di sala 2000’î de  min ji Abdullah Gul re pêşniyar kir û me dostnaî bi Başûr re kir û niha em dikarin Amerîkayê jî bigirin hemberî. Niha ez ji bo Bakurê Sûriyeyê jîwisa dibêm. 

Yakiş ji bo pirsa; Li gorî we pêşeroja kurdên herêmê dê çawabe, gelo dê dewletek serbixwe an jî konfederasyonek serbixwe ava bibe? Jî wiha got: “Xeyaleke gelekî mezin ya bi vî rengî heye. Ev xeyal rewaye. Divê em vê qebûl bikin. Lê ev çawa pêk tê, nayê zanîn.”