‘Xeta sînor ji bo Kurdan xeta fayê ye’

‘Xeta sînor ji bo Kurdan xeta fayê ye’

Hikûmeta AKP’ê, ji bo fetisandina berxwedana Kobanê û xeta sînor ji mirovan vala bike, hewldana, “herêma bi ewle” bilez kir. Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz polîtîkaya hikûmetê ya hin gundên nêzî sînor vala dike û nahêle rojnamevan nêzî sînor bibe wek dorpêçkirina Kobanê nirxand û got, “Divê serhildanên Kobanê yên 6-7’ê Cotmehê rast bên xwendin. Xeta Kobanê-Pirsûs ji bo Kurdan xeta Fayê ye. Hewldanên bi vî awayî nayên qebûlkirin.”

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz ê polîtîkaya hikûmeta AKP’ê nirxand diyar kir ku di bin navê “herêma ewle” de dorpêçkirina Kobanê tê armanckirin û got ku ev ji bo gelê Kurd “xeta fay e” û tu carî nayê qebûlkirin. Sariyildiz got ku hikûmet dixwaze di bin navê “herêma bi ewle” de xeteke dorpêçkirinê çêbike û got, “Kesên li bendê bûn Kobanê bikeve, dema dîtin nakeve ketin nav lêgerînên cuda. Hewl didin xeta sînor bikin herêma ewlekariyê û tişta ku DAIŞ nekir ew bikin. Ev tê wateya ku bi sebra gel dilîzin. Divê bûyerên 6-7’ê Cotmehê (serhildanên Kobanê) baş bên xwendin. Hûn bi nuqteyên hesas ên gelekî dilîzin. Dê ev polîtîka civakê ber bi tiştên cuda yên em naxwazin bibînin bibe.”

‘JI BO KOMKUJIYA LI HEMBER GELEKÎ ZEMÎNEK TÊ AMADEKIRIN’

Sariyildiz nerazîbûn nîşanî gotina, Serokkomar Tayyîp Erdogan a, “PYD û PKK heman tişt e û rêxistina terorê ye” û wiha got, “Her du jî tevgerên berxwedana siyasî yên ji bo rûmet, hebûn û xaka xwe biparêzin ji bilî serî li çekan bidin tu rê ji wan re nehatine hiştin. Lewma bila ji van polîtîkayên qirêj, pêkanînan û zimanî dest berde…

Divê hesasiyetên gelê Kurd li ber çavan bigirin û polîtîkayek bê pêşxistin.”

GEL WÊ ‘HERÊMA BI EWLE’ NAS NEKE

Sariyildiz têkildarî hewldana “herêma bi ewle” diyar kir ku wê gel her cure berdêlê bigire ber çavan û van herêman qebûl neke. Sariyildiz di vê mijarê de jî wiha axivî:  “Ya bi vê tê xwestin ev e ku gelê Kobanê û gelê Kurd bi komkujiyekê re rû bi rû bihêlin. Hûn wî sînorî li hember kê diparêzin. Yê li aliyê din kî ye? Gelê Kurd heye.”