‘Xeta Bêrîtan bi çalakiya Arîn Mîrxan gihişt lûtkeyê’

‘Xeta Bêrîtan bi çalakiya Arîn Mîrxan gihişt lûtkeyê’

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Dîlan Malatya got ku Gulnaz Karataş a di Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi navê Bêrîtan Hêvî bû sembol di dîroka Azadiya Jinê avakirina kevneşopiya berxwedanê de rolekî dîrokî lîstiye. Malatya got, “Êdî dîtin ku Kurd ne Kurdên berê ne û jin jî ne jina kole ye. Û dîtin ku bi sedan ruhê îsyanker û azadîxwaz ê bi sedan jinên qetil kirin di kesayeta hevala Bêrîtan de careke din xwe afirandiye.”

Têkildarî jiyan û kevneşopiya berxwedanê ya Gulnaz Karataş a di tevgera Azadiya Kurd de bi navê Bêrîtan Hêvî bû sembol, endama Konseya Rêveber a KJK’ê Dîlan Malatya ji ajansa me ANF’ê re nirxand.

Malatya diyar kir di 23. salvegera wefata Gulnaz Karataş de ruhê Bêrîtan di berxwedana Kobanê de bûye Arîn Mîrxan û afiriye. Endama Konseya Rêveber Dîlan Malatya berxwedana jinên berxwedêr ên Kobanê silav kir û got, “Ez berxwedana rêhevalên jin ên leheng ên li hember çeteyên mirinê şer dikin careke din bi agirê azadiyê yê çiyayan silav dikim.”

ŞER BIKE GULA MIN, BAŞ ŞER BIKE, HER KU EM ŞER BIKIN EM HENE

Eger mirov Bêrîtan pênase bike, Hûn ê kesayeta wê çawa terîf bikin?

“Şer bike gula min, baş şer bike, her ku em şer bikin em hene,

Her ku em şer bikin zêde dibin,

Her ku em şer bikin em ê hez bikin.

Ez diçim li dijminê ku

Ji hêviyan sibehan

Zarokên êgir ditirsin bixim.”

A herî baş ev helbest terîfa heval Bêrîtan dike. Em ê bi şer xweşik bibin, bi şer azad bibin. Belê kurt e, lê belê helbestek tijî wate vedibêje miroveke evqas xweşik. Bêrîtan tê wateya her ku mirov şer bike hêviya hebûnê hilgire. Heta niha tişta ku hêzên navneteweyî û alîgirên dewleta Tirk ji gelê Kurd û jinan re rewa dîtine koletî, qirkirin û komkujî bû. Wek gelê Kurd ji bo mirov xwe wek Kurd îfade kiriba pêwîst bû îşkenceyên mezin, zilm û mirov li ber çavan hatiba girtin. A din bi xwe înkarkirinê re koleyê herî baş ê pergalê bû. Xwe û nasnameya tune hesibandine. Heval Bêrîtan li şûna jiyana koletiyê jiyana azad tercîh kir. Dil û mejiyê xwe fedayî evîna jiyana azad kir. Û ji bo vê jî şerekî mezin da ber çavan. Hesta bi salan a tolhildanê, ew bir cem rêhevalên wê yên rêya çiyayên asî ji xwe re kirine cih û war. Dilê wê ew bir ber bi zarokên agir û rojê. Bêrîtan, qet fêrî bajaran û sermaya dîwarên beton nebû. Ew bajar timî jêre bûn sirgûnek û girtiyek. Keça asî ya Dêrsimê bû. Her dem bi hesreta wê axa ku bêhna ruhê berxwedanê yê dapîr û bapîrên wê jê dihat bû. Di qîrîna bi sedan jinên ku ji bo nekevin destên dijmin xwe di zinaran de avêtin. Bi qîrîna jinên xwe ji çiyayên Dêrsimê avêtin qewîn kir hêrsa xwe û hê mezintir kir sonda tolhildanê.

Jiyana xwe fedayî vê sondê kir û ber bi lûtkeyên çiyayan ve meşiya.

Bi gotina, “Wê di demeke kurt de îsyana pêşerojeke ronak li çiyayan destpê bike, roja êş veguherin îsyanê destpê kir” ber bi çiyayên Kurdistanê ve meşiya. Li axên Kurdistan ên ji şerên mezin re amade bi hezaran rêhevalên xwe re li qada herî germ a şer, di herî pêş de di dest de çek bêtirs şer kir. Li hember dijminê ku bi salan gelê wê qetil dike bi berxwedaneke mezin şer kir. Agirê îsyanan jinên xwe ji kendalan avêtin kişand nava xwe û şer kir, rêheval Bêrîtan.

DI 1992’AN DE BI XETA AZDIYÊ LI DIJÎ KAPÎTALÎZMA MODERNÎST ŞER KIR

Tişta ku Berîtan anî asta xetê çi ye? Hûn dikarin hinek behsa şertên wê demê bikin?

Di 1992’an de bi piştgiriya hêzên hegomon ên navneteweyî û hevkaran û hevkariya TC’ê li dijî tevgera azadiya Kurd konsepta şerekî berfireh hat destpêkirin. Şerê ku di 92’an de hate meşandin, şerê xeta li dijî teslimbûna xeta  modernîteya kapîtalîst bû. Ev şerê ku wek şerê Başûr derbasî dîrokê, şerê ku xebata berxwedêr û azadîxwaz qezenc kiriye. Hevala Bêrîtan ku ruhê berxwedana vî şerî tesmîl dike, bi berxwedana hêviya bi hezaran jinan afirandiye û bûye hêza azadiyê. Hevala Bêrîtan di şer de di asta fermandariyê de cih girt. Di şerê eniyê de hevala Bêrîtan tevlî çalakiya qerekola Rubarokê jî bibû û di wê çalakiyê de jî birîndar bibû. Hevala Bêrîtan bi birîna xwe serbilind bû û digot jin bi şervaniyê xweşik dibe. Ev sekna wê ya bi cesaret li şerê Başûr jî xwe careke din daye îspatkirin.

Hevala Bêrîtan bi gotin, ked, çalakî û şervaniya xwe îspat kiriye ku afirînerê jiyana azad a jinê ye.  Hêzên hevkar û serdest ku li dijî vê hêza mezin a jinê matmayî man, li dijî vê çalakiya hevala Bêrîtan careke din têk çûne. Li dijî vê hêzê ketine nava tirseke mezin. Êdî dîtine ku Kurd ne Kurdên berê ne, Jin ne kole ne. Careke din dîtin ku ruhê azadî û serhildana bi sedan jinên Kurd ên hatine qetilkirin di şexsê hevala Bêrîtan de şîn bûye. Êdî dîtine ku kes nikare vê ruhê berxwedanê tune bike. Hevala Bêrîtan heta guleya xwe ya dawî şer kiriye û dema guleyên wê diqede xwe ji zinaran de davêje û digihêje şehadetê.

BÊRÎTAN TÊ WATEYA TUNEBÛNA TESLIMIYETÊ

Bi şehadeta hevala Bêrîtan re şerê ku neyênî diçû, guherî. Hevala Bêrîtan bi vê çalakiya xwe careke din nîşan daye ku rêgazên azadiyê yên tevgera azadiya jinê çawa tê parastin û xwedî lê tê derketin. Nîşanî hemû hêzan daye ku ji bo rêgezên azdiyê canê xwe beyî teredut feda dike. Hevala Bêrîtan bi vê çalakiyê nîşan daye ku jin tu car teslîm nabe û teslîmiyet tê wateya tunebûnê, ya herî baş mirine. Hevala Bêrîtan bi sekn, îrade û girêdana xwa bi rêgezan bûye sembgola herî bi hêz a xeta azadiya jinê. Rêbertî  ji bo bersiva şehadeta hevala Bêrîtan bê dayîn, artêşbûna jinê pêş xist. Artêşbûna jinê di xeta hevala Bêrîtan de mezin bû.

Hevala Bêrîtan hezkirina wê ya jiyanê gelek mezin bû. Bi qasî ku bimire ji jiyanê hez dikir. Ji ber vê bû xwediyê vê çalakiya mezin. Hevala Bêrîtan di 25’ê Cotmehê de gihişt şehadetê, hezkirin û girêdana xwe ya bi Rêbertî bi gotina ‘Heta ez layiqê serokatiyê bim ez ê şer bikim, ez ê ji xiyanetê hesab bipirsim, ez dest ji mewziyên xwe bernadim’ îfade kiriye. Xeta Bêrîtanê bûye xebata gelan û jinan. Dengê Bêrîtanê bûye dengê azadî û berxwedanê. Ew deng bû avêtina dilê hezaran jinan. Ew deng îro li axa Rojhilata Navîn  bûye hêza tevgera jinan a azad. Ew deng bû berxwedana li dijî teslîmiyetê, bû îfadeya israra jinê ya di azadiyê de, ew deng di dil û mêjiyan de cihê xwe girt. Ev berxwedan di dilê hezaran jinan de bû agirê serhildanê. Mezin bû. Niha bi hezaran jinên ku bûne şopdarên wê li çiyayan, li Kobanê, Şengalê, Cezaa , Mexmûr û Kerkûkê şer dikin.

Xeta Bêrîtanê îro çawa wateya xwe dibîne? Bêrîtan îro çawa îfadeya xwe dibîne?

Îro li hemû Rojhilata Navîn û Kurditanê şer tê meşandin. Li Kurdistanê komkujî tên jiyîn û hemû cîhan tenê wek temaşevan dimînin. Bi taybet jî ev êrîşên ku Kurd û jinan hedef digirin di roja me ya îro de trajediyeke mezin diafirînin. Çeteyên DAIŞ’ê jinan direvîne û li bazaran difiroşe, jinan qetil dikin û hemû nirxên wan tune dike. Li dijî vê rêxistina terorê ya faşîzan ku wekê tolê ji ruhê berxwedêr ê jinê bigire têdikoşe, îro li Rojava, Şengalê gelê Kurd û jin  şerê berxwedan û îradeyê dide. Ev ruhê berxwedanê ruhê ku Bêrîtanê afirandiye. Di şerê Başûr de ruhê ku teslîmê dijmin nebû,  îro jî li dijî DAIŞ’ê bi sedan jinên ku li mewziyan şer dikin didomînin. Îro li Kobanê berxwedana jinê bi serkeftinê bilind dibe û xeta azadiya jinê her diçe digihêje serkeftinê.

RUHÊ BÊRÎTANÊ YÊ ROJAVA ARÎN MÎRXANE

Xeta Bêrîtanê îro li Rojava di berxwedana hevalên jin de bûye sembol û ruh. Ev xet, bi berxwedana ku bi pêşengiya Arîn Mîrxan ku li Kobanê çalakiya fedayî pêk anî, careke din nîşan daye ku jina Kurd di jiyana azad de bi israr e û hemû cîhanê ev dîtiye. Di vê çalakiyê de îfadeya ‘Jina şer dike wê azad be, jina azad dibe wê xwişk be’ careke din xwe piştrast dike.

Ez di şexsê hevala Arîn Mîrxan de ku ala berxwedana Bêrîtanan Zîlanan hildaye, hemû rehavalên xwe yên li mewziyan bi qehremaniyeke mezin têdikoşin slav dikim. Ez di 23’emîn şehadeta hevala Bêrîtan de hemû hevalên şehîd ketine bi rêz bi bîr tînim.”