Xalo Remezan ji bo Ocalan 500 îmze kom kir
Xalo Remezan ji bo Ocalan 500 îmze kom kir
Xalo Remezan ji bo Ocalan 500 îmze kom kir
Xalo Remezan ê li bajarê Elmanya Rostockê dijî, di çarçoveya kampanya azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi însiyatîfa xwe 500 îmze kom kir.
Xalo Remezan, li kargeha xwe ya li navenda bajarê Rostockê îmze kom kir û heta niha xwe gihandiye 500 îmzeyan.
Xalo Remezan got, "Bi salane ez li vê derê dijîm. Li cihê ez lê me, Kurd zêde rêxistinbûyî nîne. Min bi însiyatîfa xwe dest bi kampanyayê kir. Heta kampanya bi dawî bibe, hewldanên min wê dewam bikin.
Xalo Remezan da xuyakirin ku wî li zanîngehên Rostock û Berlînê belavok belav kiriye û got, "Di vê astê de divê em Kurd ti sedemê danînin pêşiya xwe û bi berpirsyariyên xwe tevbigerin."