Wesayîta bombebarkirî ya DAIŞ'ê hat teqandin, bi dehan çete hatin kuştin
Wesayîta bombebarkirî ya DAIŞ'ê hat teqandin, bi dehan çete hatin kuştin
Wesayîta bombebarkirî ya DAIŞ'ê hat teqandin, bi dehan çete hatin kuştin
Şervanên YPG'ê, wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê di nav çeteyan de teqandin û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin. Li derdora gundê Til Şiîr ê li rojavayê Kobanê û gelek nuqteyên rojhilat û başûrrojhilat jî şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de berdewam e.
Şevê din li eniya şer a rojavayê Kobanê hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ’ê êrîşî deverên derdora gundê Til Şiîr kirin. Êrîşa çeteyan rastî bersiva şervanên YPG’ê hat û şer û pevçûn hêjî berdewam e. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di encama van pevçûnan de gelek çete hatine kuştin û hejmara kuştiyên çeteyan nehate zanîn.
Li taxa Kaniya Kurdan, Qada Azadî, kolana Şaredariyê yên eniya şer a rojhilatê jî ji şevê din ve heta niha şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin. Der barê encamên van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Li başûr jî çeteyan hewl dan êrîş bikin, rastî bersiva şervanan hatin. Di encamê de şer û pevçûn bi giranî rû dan û hêjî berdewam in. Der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bi destxistin.
Her wiha şervanên YPG’ê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan li heman deverê di nava çeteyan de teqandin. Tê gotin ku bi dehan çete li vir hatine kuştin.
Şer û pevçûn li hersê aliyên Kobanê bi dijwarî berdewam in.