Wêjevan ji bo Kobanê çûn Pirsûsê
Wêjevan ji bo Kobanê çûn Pirsûsê
Wêjevan ji bo Kobanê çûn Pirsûsê
Wêjevan ji bo li sînorê Kobanê zincîrê ava bikin hatin Pirsûsê. Wêjevanên bi banga ‘Tirkiye korîdorê veke’ hatin cem hev, li avahiya DBP’a navçeyê ji aliyê parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ve hatin pêşwazîkirin. Ayhan got: “Berxwedana Kobanê bû malê mirovahî û dîrokê.”
Wêjevan piştî Stenbolê vê carê li Pirsûsê ji bo Kobaniyan hatin cem hev. Aslı Erdogan, Ayşegul Tozeren, Can Oz, Gaye Boralioglu, Hatîce Meryem, Işil Ozgenturk, Menekşe Toprak, Murathan Mungan, Sema Kaygusuz, Seray Şahîner, Vivet Kanetti û ji Enqere, Amed, Êlih û Agiriyê jî Aydin Alp, Azad Zal, Edip Polat, Eyup Guven, Felatê Dengizi, Firat Cewerî, Hîcrî Îzgoren, Hogîr Berbir, Îsmaîl Dîndar, Kristin, Lal Laleş, Mehdî Perînçek, Mehmet Devîren, Mehmet Yilmaz, Memîrxan, Muharrem Erbey, Murat Sayan, Murat Ozyaşar, Nihat Ozdal, Osman Ozçelîk, Remziye Arslan, Rizo Xerzî, Rodî Zinar, Roşen Rojbîn, Sevînç Koçak, Sîdar Jîr, Şerefxanê Cizîrê, Şeyhmus Dîken, Şener Ozmen, Vedat Çetîn, Yavuz Ekîncî, Zulkuf Kişanak hatin Pirsûsê. Wêjevanên bi armanca piştgiriya bo Pirsûsê hatin Pirsûsê çûn Rêxistina DBP’ê ya navçeyê.
Wêjevan ji aliyê parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Gursel Yildirim û Faysal Sariyildiz ve hatin pêşwazîkirin. Îbrahîm Bînîcî diyar kir ku hatina wêjevanan gelek watedar e û berxwedana Kobanê ya ketiye roja 40’emîn ji bo nirxên mirovahiyê hatiye kirin û bûye malê dîrokê.
Îbrahîm Bînîcî der barê rewşa Kobanê de agahî da û bersiva pirsên wêjevanan dan.
Piştre jî wêjevan derbasî konê Arîn Mîrxan û Kobanê bûn.