Vê carê li Sêweregê li ser zevî pevçûn: 6 birîndar

Vê carê li Sêweregê li ser zevî pevçûn: 6 birîndar

Piştî pevçûna li ser zevî ya li navçeya Amed Bismilê ku di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes birîndar bûn, pevçûneke bi heman rengî li navçeya Riha Sêweregê derket. Di encama pevçûnê de 6 kes birîndar bûn. 

Li gundê Darbiya li ser navçeya Sêwerega Rihayê di navbera du malbatan xizmên hev de ji ber nelihevhatine zeviyê pêşiyê nîqaş, piştre jî şer derket. Di encama şerê ku kevir û dar hatine bikaranîne de 6 kes birîndar bûn. Piştî ku cendirme gihiştin gund şer bi dawî bû. 

Di şer de S.K., A.K., H.K., S.K.Î., H.K. û A.K. birîndar bûn û malbatên wan ew rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku rewşa kesên di nexweşxaneyê de tên dermankirin başe. Li aliyê din hate diyarkirin ku cendirmeyan der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.