Vaye dîmenên hovîtiya El Qaîde

Vaye dîmenên hovîtiya El Qaîde

Dewlet Îslamî ya Iraq-Şam û Eniya El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê, ku li hemberî hêzên YPG'ê wendahiyên giran didin, bi kamerayan dîmenên hovîtiya xwe kişandin. Ev çeteyên ku malên Kurdên li Girê Spî (Til Ebyad) bi bombeyan tine dikin, mirovên sivîl destên wan bi ben girê dan û li çeka doçkayê ve hatin kirin. Ev komên ku sûcê mirovahiyê dikin, zarokan jî perwerde dikin.

Komên ser bi El Qaîdeyê yên xwedî îdîaya azadkirina Sûriyê û avakirina Dewlete Îslamî ne, sûcên giran ên mirovahî û şer dikin. Di dîmenên ku hêzên Kurd bi destxistin de, sûcên mirovahiyê yên El Nûsra kirine, radixe berçavan. Dîmen ji aliyê El Nûsra ve hatiye kişandin.

Çeteyên El Qaîdeyê yên di 20'ê Tîrmehê de êrîşî taxên Kurdan ên Girê Spî (Til Ebyad) kirin, Mala Gel û gelek malên Kurdan bi hewa xistin. Di dîmenên ji kameraya El Nûsra yên YPG'ê bi destxistiye de, tê dîtin ku mal tên bombekirin, li mirovên sivîl êşkence tê kirin û zarok tên perwerdekirin.

Di dîmenekî ajansa ANHA weşandiye de, tê dîtin ku li dora wesaîteke bi doçka 10 endamên El Nûsra hene. Di nava wan de jî mirovekî sivîl ji dest û milê xwe hatiye girêdan û bi doçkayê ve hatiye daliqandin. Nayê zanîn ka mirovê hatiye daliqandin, ki ye.