TEV-DEM û ENKS’ê peymana Duhokê îmze kirin
TEV-DEM û ENKS’ê peymana Duhokê îmze kirin
TEV-DEM û ENKS’ê peymana Duhokê îmze kirin
Piştî civînên 9 rojan ên li bajarê Duhokê di navbera Kantonên Rojavayê Kurdistanê û ENKS’ê de, îro peymana Duhokê hat îmzekirin. Ji nûnerên TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku wan li ser rêveberiya xweser û parastina hevbeş a Rojava li hev kirine.
Piştî civîna dirêj a ku 9 roj in li bajarê Duhoka Başûrê Kurdistanê di navbera nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encûmena Niştîmanî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENKS) berdewam dikirin, îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya TEV-DEM û ENKS ya ji bo çapemeniyê hatibû amadekirin ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl ve hat xwendin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêmên Kurdan ku bi armanca tunekirina hebûna neteweyî ya gelê Kurd tên kirin. Li ser vexwendina Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ji 14 heta 22'yê Cotmehê di navbera heyetên TEV-DEM û ENKS'ê de bi çavdêriya nûnerê Serokatiya Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî civîn tên lidarxistin. Di civînan de her du aliyan hemû doz û mijarên girêdayî gelê Kurd û doza Kurdî gotûbêj kirin."
Di berdewamiya daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin: "Ji ber girîngiya yekîtiya helwesta Kurd ji TEV-DEM, ENKS û partiyên derveyî her duyan referanseke Kurdan hat avakirin. Ev referans wê stratejiya giştî ya Kurd xêz bike û di hemû alî û mijarên girêdayî gelê Kurd, Rojava û Sûriyeyê yekîtiya helwesta Kurd diyar bike."
Di daxuyaniyê de beşdarbûna ENKS'ê di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat destnîşan kirin û desteyên wê de û wiha hat gotin."Biryar hat girtin ku hevkariyeke aktîf û parvekirineke rasteqîne pêk were. Her wiha divê şêwazê niha yê rêveberiya herêmên Kurdî were pêşxistin û di aliyê siyasî û îdarî de yekîtiyekê çêbike. Ji bo temsîlkirina hemû pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê jî divê kar bênavber were kirin."
Têkildarî mijrara parastinê di daxuyaniya çapemeniyê de hat zanîn ku her du alî dibînin ku parastina herêmên Rojavayê Kurdistanê erka hemû welatiyan e û di civînan de jî xebatên parastinê û fedakariya mezin a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi nirx hatin binavkirin û biryar hatiye girtin ku her du alî piştgiriya xebatên parastinê bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku encamên van civînan ji bo gelê Kurd mizgînî ye û ji bo berxwedana Kobanê jî diyarî ye, her wiha ji bo piştgiriya herêma Başûrê Kurdistanê ya bi berxwedana Kobanê re spasiya Serokê Başûrê Kurdistanê hatin kirin.
