TEV-DEM û ENKS'ê KCK'ê ziyaret kirin
TEV-DEM û ENKS'ê KCK'ê ziyaret kirin
TEV-DEM û ENKS'ê KCK'ê ziyaret kirin
Heyetên TEV-DEM û ENKS'ê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ziyaret kirin û bi wan re hevdîtin kirin.
Heyetên ji Rojavayê Kurdistanê yên ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û (Encûmana Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) piştî ku li bajarê Duhok ê Başûrê Kurdistanê li hev kirin û hevpeymanek îmze kirin, duh serdana Çiyayên Qendîlê kirin.
Heyetên TEV-DEM û ENKS ji aliyê Hevserokatên Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Besê Xozat ve hatin pêşwazîkirin. Hevserokatiyê piştgiriya xwe ya bi hevpeymana Duhokê re diyar kir û got ku ev hevpeyman pêwîstiyeke girîng e di vê qonaxa nazik ku Kurdistan û bi taybetî Rojava tê re derbas dibe.
Hevserokatiya KCK'ê da zanîn ku eger yekîtî û karê hevbeş pêk were, ew ê her tim piştgiriya Rojava bikin û diyar kir ku di yekrêziya Kurd û hevkariyê çi ji wan were xwestin ew ê bikin.
Ji aliyê xwe ve heyetên Rojavayê Kurdistanê ji bo destekdayînê spasiya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê kirin û destnîşan kirin ku ji bo xurtkirina yekîtiya Kurd û pêkanîna hevpeymana dîrokî çi bê xwesetin wê bikin.