Tahir Elçî careke din bû Serokê Baroya Amedê

Tahir Elçî careke din bû Serokê Baroya Amedê

Kongreya  Asayî ya 44’emîn a Baroya Amedê pêk hat û di encama hilbijartinan de Prz. Tahir Elçî careke din bû serokê baroyê.

Civata Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê îro li Navenda Ciwanan a Cigerxwîn pêk hat. Kongre bi hilbijartinê bi dawî bû. Di pêşbaziya ji bo serokatiyê ya di navbera Prz. Tahir Elçî, Prz. Ferîde Laçîn û Prz. Sînan Tanrikulu de ji 875 endamên baroyê 677 deng hatin bikaranîn. Dengdan heta danê êvarê berdewam kir. Di encama hilbijartinê de Elçî 373 deng bi dest xist û careke din bû Serokê Baroya Amedê.