SZK: Di berxwedana Girê Spî de hevalek me jiyana xwe jidest da
SZK: Di berxwedana Girê Spî de hevalek me jiyana xwe jidest da
SZK: Di berxwedana Girê Spî de hevalek me jiyana xwe jidest da
Rêveberiya SZK Rojava destnîşan kir ku, li Girê Spî (Til Ebyad) endama SZK’ê Viyan Kobanê bi feraseta “Parstina welat parastina ziman e, parstina ziman parastina welat e” tevlî berxwedana li dijî êrîşan bûye û jiyana xwe ji dest daye.
Rêveberiya Saziyê Ziman Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê (SZK Rojava) di derbarê êrîşên komên çete ên li ser herêma Rojava de daxuyaniyek da çapemeniyê .
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, meha Tîrmehê bûye navnîşana dîroka berxwedan, vejîn û vîna jinên Kurd û gelê Kurd. SZK’ê destnîşankirin ku, gelê Kurd niha dîsa di meha Tîrmehê de gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşe. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li hemberî vê yekê hêzên sermayedar dest bi lîstok û bêbextiyên xwe yên sedan salan kirine û dixwazin vîna gel bi çewsînin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin divê neyê jibîrkirin ku, heta jin an jî xortek Kurd hebe, wê rê nedin komikên çete û talankeran.
Di daxuyaniyê de berxwedana YPG’ê ya li dijî êrîşan hate silavkirin û hate bibîrxistin ku di şerê li Til Ebyadê de endama SZK’ê Viyan Kobanê jî jiyana xwe ji dest daye û ev tişt hatin gotin:
“Endama komîteya SZK-Rojava Viyan Kobanê ku li bajarê Kobanê weke mamoste û pêşenga pêşxistina zimanê dayikê cihê xwe di nava têkoşîna ziman de digirt, weke jinek Kurd ji bo parstin û şerefa gelê xwe biparêze, weke şoreşgerek jin di nava qada civakî de ji bo mafê zimanê dayikê xwedî têkoşînek bi rûmet bû. Lê dema malek, warek an jî welatek di bin êrîşê de be wê demê karê herî birûmet jî dibe parastina wê axê an jî wê malê. Hevriya me Viyan Kobanê bi baweriya heqîqeta ‘ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e, divê xwedî li bedenê xwe derbikevin’ tevgeriya. Ji bo parstina sazî û deskeftiyên civaka xwe ketiye nava hewldanek herê bi rûmet. Bi çemka ‘parastina welat parastina ziman e, parastina ziman parastina welat e’ bûye xwedî biryar û bûye xwedî keda zimanê dayikê. Hevriya me Viyan di êrîşa komên çete yên sibeha 26’ê Tîrmehê de bi berxwedaniyek bi bêhempa bi hevalek xwe re jiyan xwe ji dest dide.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, berxwedana hatiye nîşandan pîroz e û daxuyanî wiha bidawî tê: “Di ronahiya vê berxwedaniya wan de em soza xwe ya pêşxistina sîstema perwerdeya zimanê dayikê û avakirina civakek xwedî exlaq û polîtîk dubare dikin. Em dê bibin şervanên pêkanîna mîrasa wan û sîstema xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk. Em soza hewldana ku bi hezaran Viyan werin rêxistinkirin û bi hezaran mamosteyên civakparêz ên weke hevala me Viyan werin avakirin didin.”