Şivan kuştin û ew kirin berpirsyarê herêmê!
Şivan kuştin û ew kirin berpirsyarê herêmê!
Şivan kuştin û ew kirin berpirsyarê herêmê!
Li bejahiya Depê, şivanên bi navê Mahmût Çelîk û Alî Kaya roja 26'ê Cotmeha 1992'an dema heywanên xwe diçêrandin, xwe li nava pevçûna navbera leşker û gerîlayan de dîtin. Di nava dorpêça yekîneyên jendermeyan ên dep û Kovancilarê de Çelîk û Kaya destên xwe bilind kirin û tevî ku gotin ew şivanin jî bi hovane hatin kuştin. Dûre kincên gerîla li Mahmût Çelîk kirin û îlan kirin ku ew "fermandarê gerîla ye."
Kurê Mahmût Çelîk Mûstafa Çelîk, komkujiyeke din a tê xwestin bê ceza were hiştin, ji nû ve xist rojevê û lêgerîna edaletê ya diya xwe ya ji qehra jiyana xwe ji dest da, dewir girt. Çelîk xwe amade dike, ji bo cezakirina berpirsyarên bavê wî kuştine dozê veke û çîroka bi êş a bavê xwe ji ANF'ê re vegot.
Li Kurdistanê, yek ji cihê ku herî zêde zexta dewletê lê hat kirin, navçeya Elezîz Dep e. Di salên 1990 de bi taybetî gundên Depê yên malbatên welatparêz lê bûn, di hedefa leşkeran de bûn. Li van gundan, rojek nebû ku lê terora dewletê neyê jiyîn. Hat xwestin, sûcên dewletê yên di wê demê de kirine, were nixumandin û bê ji bîrkirin. Yek ji wan jî bûyera kuştina şivan Mahmût Çelîk û Alî Kaya ye ku di sala 1992'an de ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.
Dema Çelîk hat kuştin, kurê wî Mûstafa Çelîk 6 mehî bû û îro 22 salî ye. Mûstafa Çelîk xwe amade dike, li hemberî kujerên bavê wî di temenê wî yê biçûk de ji wan girtin, dozê veke.
GOTIN 'EM ŞIVANIN' HATIN KUŞTIN
Mûstafa Çelîk dixwaze sûcê mirovahiyê yê li bavê wî hatiye kirin, her kes bizanibe û bûyerên hatin serê bavê wî Mahmût Çelîk û hevalê bavê wî Alî Kaya weha vegot: "Bavê min, salek bû ji leşkeriyê vegeriya bû. Sala 1992'an bû. Bavê min heta hingî bi tenê şivantî kiribû. Me debara jiyana xwe bi xwedîkirina heywanan dikirin. Weke her roj, sibeya 26'ê Cotmehê jî, ji bo çêrandina heywanan bi hevalê xwe yê şivan Alî Kaya çû bejahiya Cevîzlîdereyê. Herî dawî wê demê hat dîtin. Dûre nûçeya mirina wî hat. Gundiyên şahidên bûyerê ji me re gotin, wê rojê saet di 13.00'an de li wê herêmê di navbera leşkerên ser bi yekîneyên Dep û Kovancilarê û gerîlayên PKK'ê de şer derketiye. Şivan û gundiyên din ji wir reviyan, lê bavê min û hevalê wî Alî li wir di xew de mane. Gundiyan gelek caran ji jendermeyan re gotine li herêmê du şivan hene, di nava şer de mane, lê ev hişyariya gundiyan bi kêr nehatiye. Bavê min û hevalê wî Alî Kaya yên di nava dorpêça leşkeran de mabûn, gotin ew şivanin û destê xwe rakirin, lê belê leşkeran ew li wir kuştin.
KINCÊN SIVÎL JÊ KRIN Û KINCÊN GERÎLA LÊ KIRIN
Dema berêvarê em pê hesiyan bavê min hatiye kuştin, weke malbat herikîn bejahiya Cevîzlîdereyê. Li wê derê, leşkeran cenazeyê bavê min nîşan nedabûn. Digotin wan birine Fermandariya Navendî ya Jendermeyan a Depê. Kalê min hin mirov xist navberê û xwe gihand cenazeyê bavê min. Leşkeran kincên sivîl ji bavê min kiribûn û kincên gerîla li wî kiribûn. Ev jî têra wan nekiribûn, di ser de bavê min weke Berpirsyarê Herêma Dep-Elezîzê îlan kiribûn. Kalê min bi kedeke mezin, cenazeyê bavê min ji destê wan derxistibû. Ji leşkeran re gotibû, kurê wî şivan e, bi sedan şahidên wî hene, ewê li mafê kurê xwe bigere û bi vî rengî cenaze girtibû û vegeriyabû gund.
GUHÊN WÎ HATIBÛN JÊKIRIN, RÛVIYÊN WÎ DERKETIBÛ
Beriya veşartina cenaze, dema kalê min û meleyê gund cenaze şuştin, li vê derê li hovîtiya duyemîn rast hatin. Leşkerên bavê min kuştin, guhên wî jê kirin û êşkence li wî kirin. Gule berdabûn kefa destên wî, bedena wî çirandibûn û rûviyên wî derketibûn derve. Kalê min, heta çavên xwe li jiyanê girt, ev yek ji bîr nekir. Dema li ser difikirî, hema digiriya. Diya min jî piştî mirina bavê min, ji kerban nexweşiya dil pê re çê bû."
GOTIN; PÊWISTÎ BI LÊPIRSÎNÊ NÎNE Û DOSYA GIRTIN
Çelîk diyar kir ku diya wî û apê wî ji bo darizandina berpirsyarên komkujiyê ketin nava hewldanan û got, "Diya min û Apê min destpêkê li Dozgeriya Komarê ya Depê û dûre jî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê giliyê jendermeyên kujerên bavê min kirin, lê belê herdu aliyan jî gotin, pêwistî bi lêpirsînê nîne û red kirin. Diya min dema li mafê bavê min digerina, ji qehra jiyana xwe ji dest da. Di sala 1992'an de di rapora dozgeriyê ya ji diya min re hat dayîn de hat gotin ku li serê yekîneya jendermeyan a Kovancilarê Astsûbay Erdogan Îkîzoglû, Çawiş Alî Yildiz û Yûsûf Îlhan hebûne. Lê belê ti ji wan, ji ber vê hovîtiyê nehatin cezakirin. Dosya bi wî rengî hat girtin."
DEWLETÊ JI ME HEMÛYAN PERÇEYEK QUT KIR!
Mûstafa Çelîk da xuyakirin ku Necmettîn Erbakan di sala 1993'an de der heqê kuştina bavê wî û hevalê bavê wî Alî Kaya de li meclîsê daxuyaniyek daye û Erbakan bi van gotinan "Bi kuştina şivanan re, hûnê çawa têkevin dilê gel" bal kişandibû ser hovîtiya wê demê.
Çelîk diyar kir ku ew gelekî baş dizane tinebûna bavê çiye û xwe amade dike ji nû ve dozê veke. Çelîk got, "Bi salan me êş kişandin û hatin vê rewşê. Bi salan mirovên me hatin kuştin. Di vî şerê qirêj ê ji aliyê dewletê ve hat afirandin, ji me hemûyan perçeyek hat jêkirin. Berê, ji ber temenê min biçûk bû, tiştek ji destê min nedihat. Lê îro 22 salî me û ehta kujerên bavê min bên cezakirin, ezê têbikoşim. Ez her li dû vê bûyerê bim."