Şirîna biçûk ya biguleya çeteyan birîndarbû jiyana xwe jidest da
Şirîna biçûk ya biguleya çeteyan birîndarbû jiyana xwe jidest da
Şirîna biçûk ya biguleya çeteyan birîndarbû jiyana xwe jidest da
Zaroka bi navê Şirîn Teqreq a 10 salî ku di encama topbarana çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra de birînar bibû, jiyana xwe jidest da. Di heman êrîşê de xwişka Şirîn Nalîn jî jiyana xwe ji dest dabû.
Şirîn Teqreq ku di 22’ê Tîrmehê, di encama topbarana komên çete de birîndar bibû, piştî 6 rojan têkoşîna jiyanê winda kir. Şirîna ku li Nexweşxaneya Wetanî ya Qamişlo dihat dermankirin, li gel hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û îro jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Şirîna biçûk ji nexweşxaneyê ji aliyê malbata wê ve hate wergirtin û birin Dirbêsiyê. Cenazeyê Şirînê dê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê bê definkirin.
XWIŞKA WÊ JÎ HATIBÛ QETILKIRIN
Di 22’ê Tîrmehê de çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniyê El-Nusra bajêr Serêkaniyê topbaran kiribû. Di êrîşê de topek li nêzî Mizgefta Hecr a li ser riya Hesekê ketibû û di ecamê de zaroka 11 salî Nalîn Teqreq jiyana xwe jidest da û xwîşka wê Şirîn Teqreq û 2 zarokên din birîndar bibûn.