Şervanên YPG û YPJ’ê li Amedê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin
Şervanên YPG û YPJ’ê li Amedê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin
Şervanên YPG û YPJ’ê li Amedê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên şervanê YPG’ê A. Azîz Orselendî û şervana YPJ’ê Hulya Keser li Amedê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin.
Cenazeyên şervanên Kurd Hulya Keser (Nûda Arîn) û Abdulazîz Orselendî (Agir Amed) yên di Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hatin wergirtin û anîn Amedê.
Cenazeyên şervanên YPG’ê li ber Ava Petrolê ji aliyê endamên MEYADER û gelê Amedê ve hate pêşwazîkirin û cenaze birin Goristana Yenîkoyê. Cenazeyên şervanên YPG’ê li goristanê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin û cenaze birin morga goristanê.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê şervanê YPG’ê Orselendî wê bişînin gundê Şêxdewda yê navçeya Farqîna Amedê û cenazeyê şervana YPJ’ê Keser jî wê bişînin gundê Arûnçgûz ê navçeya Elcewaz a Bedlîsê.
Malbata şervanê YPG’ê Serdar Îpek (Agir Sîpan) ê ku tê gotin di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê malbatê ve nehate teşhîskirin.