Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê nobedarên sînor ve hatin defnkirin
Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê nobedarên sînor ve hatin defnkirin
Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê nobedarên sînor ve hatin defnkirin
Şervana YPJ’ê Leyla Muhammed û şervanên YPG’ê Abdullah Reşat, Delîl Ahmet, Mihemed Nebî Sadik (Selîm Elî) û Muhamed Duman, ji aliyê bi hezaran kesên nobeta sînor digirin hatin defnkirin.
Şervanên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, piştî kar û barên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Riha rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyên ji aliyê hezaran welatiyên ku di nav wan de parlamenterên HDP’ê Gulser Yildirim, Sebahat Tuncel, Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan û gelê li sînor nobetê digirin hebûn ji morga nexweşxaneyê hatin wergirtin. Tabuta ku cenazeyê şervana YPJ’ê Muhammed têde ji aliyê jinan ve hat hilgirtin. Cenazeyên şervanên YPG’ê jî ji aliyê ciwanan ve hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmayên, "Bijî berxwedana YPG, YPJ", "YPG lê dixe erd û ezman dihêje", "Bijî serok Apo" ve "Bê serok jiyan nabe" got û alên, YDG-H û KCK’ê hilgirt.
Piştî meşeke 2 kîlometreyan ku cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê anîn goristanê piştî wecîbeyên olî hatin veşartin. Şervana YPJ’ê Muhamed ji aliyê jinan ve hat veşartin. Girse paşê ji bo kesên di berxwedan Kobanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt. Merasîma cenaze bi axaftina Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz bi dawî bû.