Şervanên YPG’ê bi dirûşmayan hatin oxirkirin

Şervanên YPG’ê bi dirûşmayan hatin oxirkirin

Şervanên YPG’ê Sîpan Agirî, Welat Gever, Demhat Kobanê, Ehmed Xalid û Ehmed Mistefa yên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Pirsûsa Rihayê bi dirûşmayan spartin axê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Sîpan Agirî, Welat Gever, Demhat Kobanê, Ehmed Xalid û Ehmed Mistefa yên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hatin wergirtin û anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.

Darbesta şervanên Kurd bi alên KCK’ê hatin rapêçan û ji aliyê bi sedan kesan ve hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Qatil DAIŞ, Hevkar AKP”, “Kurdistan wê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” hatin gotin û heta goristanê berdewam kir. Parlamenterên HDP’ê Halîl Aksoy, Ozdal Uçer, Ayla Akat û Îbrahîm Bînîcî tevlî merasîma cenaze bûn.

Piştî wecîbeyên olî, şervanên YPG’ê spartin axê. Di dema rêzgirtina ji bo şervanên YPG’ê yên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, sîrûda “Çerxa Şoreşê” hate gotin. Nûnerên MEYADER’ê di merasîmê de axivîn û banga xurtkirina piştgiriya ji bo Kobanê kirin.