Şervanên MLKP'ê yên li Rojava banga tevlîbûna şoreşê kirin
Şervanên MLKP'ê yên li Rojava banga tevlîbûna şoreşê kirin
Şervanên MLKP'ê yên li Rojava banga tevlîbûna şoreşê kirin
Şervanên MLKP'ê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin diyar kirin ku ew şoreşa Rojava weke şoreşa xwe dibînin. Ji MLKP'yiyên li Rojava têdikoş in Eylem Denîz anî ziman ku qedera çîna karker û kedkaran û ya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne û got, “karê şoreşgeran pêkanîna şoreşê ye.” Seydo Azad jî banga “werin, şoreşê bibînin û hîs bikin” li raya giştî ya şorereşger kir.
Şervanên MLKP’ê Eylem Denîz û Seydo Azad ên li kantona Cizîrê ya Rojava li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û piştre hatin Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê li vir şer dikin diyar kirin ku ew li pey şopa şervanên MLKP’ê Serkan Tosun û Suphî Nejat Agirnasli yên li dijî çeteyan şer kirin û jiyana xwe ji dest dan in û şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa wan e.
'PARASTINA KOBANÊ PARASTINA PÊŞEROJA AZAD E'
Denîz a nirxandina “qedera me bi hev ve girêdayî ye” kir anî ziman ku komunist li ku derê cihanê bin bila bin peywira wan li cem ên bindest cih girtine û wiha axivî: “Em dizanin ku li ku derê yên bindest hebin peywira komîstan ew e ku li wir bin. Li ku derê cihanê be bila be em li cem karker û kedkaran in. Weke MLKP têkoşîneke me ya 20 salan heye. Parolaya em esas digirin ev e; li cem yên tên eciqandin cih girtin. Girîngiya Rojava jî ji bo me ev e. Di heman demê de li dijî Rojava êrîşeke cidî heye. Çeteyên ku emperyalîstan xwedî kirin niha li Rojava ne. Bi taybetî jî li dijî rojava êrîşên cidî hene. Li vir parastina Kobanê hem parastina Rojava ye hem jî parastina pêşeroja azad e. Ango Kobanê tenê gelê Kurd jî nîn e. Tenê gelê Kobanê eleqedar nake. Berxwedana ku dê qedera hemû Rojhilata Navîn diyar bike ye. Eger em bi rastî jî komunist in, şoreşger in divê em li vir bin. Ji bilî vê divê hemû kesên xwedî wijdan li vir bin.”
'JIN ÎRADEYEKE MEZIN NÎŞAN DIDIN'
Denîz bilêv kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e û wiha berdewam kir: “Di Şoreşa Rojava de jin derketin pêş. Jin daketin kolanan û çek hilgirtin û dest bi şer kirin. Ev alî heye û jin vî şerî dimeşînin. Di eniyên pêş de ne, şehîd dikevin, fermandariyê dikin, îradeyeke mezin nîşan didin. Dîsa em çalakiya şehîd Arîn dizanin. Ji bo me sembol e û pratîkeke divê bê mînakgirtin e. Ez vê şoreşê hem şoreşa jinê dibînim hem jî şoreşa xwe ya şexsî dibînim.”
'LI KU DERÊ BINDEST HEB IN DIVÊ EM LI WIR BIN'
Denîz bilêv kir ku li Tirkiyeyê hin komên çepgir hê jî Şoreşa Rojava wekî şoreşê binav nakin û tevgera çepgir a Tirkiyeyê di bin bandora şovenîzmê bû ev yek hê jî didome. Denîz ev tişt anî ziman: “Ji ku hûn ji vê şoreşê re bibêjin şoreş li benda çi ne? Du xalên şoreşekê hene. Yên tên eciqandin û yên diceiqînin. Pirsgirêke tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ew e ku di bin bandora şovenîzmê de ye. Bandora şovenîzmê zêde ye. Ji bo şexsiyeteke şoreşger parola ev e; peywira şoreşger pêkanîna şoreşê ye. Li ku derê yên tên eciqandin hebin divê li wir bin. Dema ku em di vê çarçoveyê de li Kobanê û Rojava dinêrin ev heye. Divê êdî van nîqaşan deynin aliyekî. Ji ber ku êdî dema vê derbas bû. Îrade û berxwedanek heye û divê ev berxwedan bê silvakirin û piştgirî bê dayîn û tevli vê îradeyê bibin. Em jî ji bo vê yekê li Kobanê ne. Divê şoreşger bên vir. Eger nikarin bên wê demê divê piştgiriyê bidin. Lê ya esasî tevlibûn e. Eger hê jî bawer nakin şoreş e bila bên bibînin.”
'NE JI DÛR JI NÊZ VE HÎS BIKIN'
Seydo Azad ê MLKP’î jî wiha axivî: “Ewil dixwazin di şexsê rêheval Serkan Tosun û Paramaz Kizilbaş de hemû rêhevalên di şoreşa Rojava de şehîd ketin bi bîr bînim. Ya ku vê şoreşê li ser piyan dihêlin şehîdên me ne. Arîn Mîrxan fîşeka nîşanê pêxist. Em jî wekî şervanên YPG, YPJ û MLKP’ê yên li vir di vê rêyê de bimeşin.” Azad diyar kir ku divê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê xwedî li şoreşa Rojava derkeve. Azad ev nirxandin kir: “Divê ev bangawazî ji bo raya giştî ya şoreşger a Tirkiyeyê bê kirin: Ji bo xwedîlêderketina şoreşa Kobanê nehewce ye mirov şoreşger be. Hemû kesên xwedî wijdan divê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li vir bin. Em gazî wan dikin. Li vê derê tenê şervan pêwîst nîne. Ji bo Kobanê bi her awayî piştgirî pêwîst e. Bijîşk, hemşîre, ji kesên temîrkirina wesatiyan fêm dike heta yên ji temîrkirina çekan fêm dikin pêdivî heye. Li Kobanê di şoreşa Rojava de ji bo hemû kesan kar heye. Bangawaziya min ji bo raya giştî ya şoreşger a Tirkiyeyê ev e: “Werin, şoreşê ne ji dûr ve ji nêz ve hîs bikin. Dema ku bên li vir dest bidin, hîs bikin wê hingî bibînin ku şoreş wekî di pirtûkan de tê nivîsandin nîn e.. Em hemû kesên azadî û sosyalîzmê dixwazin dawetî rojava dikin.”
Azad anî ziman ku heta niha li Rojihalata Navîn ji bilî YPG’ê ti hêz li hemberî çeteyên DAIŞ’ê nesekinî û wiha berdewam kir: “Dema em li Rojihlata Navîn dinêrin çeteyên DAIŞ’ê û hêzên YPG/YPJ’ê derdikevin pêş. Li vir ne Iraq ne jî Sûriye li hemberî çeteyan sekinî. Tenê hêzên YPG û YPJ’ê li hemberî wan sekinî. Divê êdî bê gotin ku YPG li Rojhilata Navîn hêzek e. Dema em li YPG’ê dinêrin bi hêza xwe ava bûye. Lê dema em li DAIŞ’ê dinêrin rêxistineke ku gelek hêzên emperyalîst piştgiriyê didin e.” Azad destnîşan kir ku piştgiriya Tirkiye dide çeteyên DAIŞ’ê bi belgeyan ve aşkera bûye û wiha berdewam kir: “Rêveberiyeke ku kurdan li ser axa xwe ava kirine, nayê hesabê Tirkiyeyê. Geleke ku azadî û mafê xwe dixwaze heye li vir. Piştgiriya ku Tirkiye dide DAIŞ’ê ji ber polîtîkaya eciqandina azadiya gelê kurd e.”
'XEYALÊN WAN TÊK ÇÛN'
Seydo di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em li vir tenê parastina kurdan nakin. Em ereb, tirkmen, suryan û xiristiyanan jî diparêzin. Werin şoreşe bibînin, hîs bikin.” Denîz jî di dawiyê de ev tişt got: “Îro yên dibêjin Kobanê ket, xeyalên wan li vir têk çû. Polîtikayên wan ên emperyal li hemberî îradeya me têk çû û nikarin pêş ve biçin. Çiqas dixwazin piştgiriyê bidin çeteyên DAIŞ’ê em dibêjin nikarin derbas bibin û em ê destûr ênedin. Em weke şervaneke YPJ’ê ya MLKP’ê di rêya rêheval Serkan û Suphî de ne, em li vir in û ji vir naçin.”

