Şervanê YPG'ê Tekîn ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Tekîn ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Tekîn ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Bi deh hezaran welatiyên Colemêrgê cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Tekîn (Avareş Marînos) ku li Kobanê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, oxir kirin. Di heman demê de dema cenazeyê Tekîn hat Colemêrgê hemû esnafan derabeyên xwe anîn xwarê.
Bi deh hezaran welatiyên Colemêrgê cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Tekîn (Avareş Marînos) ku dema li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikir, jiyana xwe ji dest da spartin axê. Cenazeyê Tekîn ji aliyê konvoyek ku bi dehan erebeyan pêk dihat li Xwaringeha Çem a li nêzî Colemêrgê ye hat pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyê Tekîn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li wir jî ji aliyê hezaran welatiyan bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. Bi hezaran welatî alên YPG, KCK, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Piştî cenazeyê Tekîn ji nexweşxaneyê derket esnafan hemû derabeyên xwe anî xwarê û cenaze ber bi Goristana Şehîdgehê ya li Serê Solan hat rêkirin. Xwendekarên dibistanan jî piştgirî dan merasîmê û hatin beşdarî girseyê bûn.
Girse piştî demekê gihişt bi deh hezaran. Di meşê de jî ligel deh hezaran welatiyan endamên saziyên sivîl ên Colemêrgê, hevşaredarên Colemêrgê û endamên MEYA-DER'ê amade bûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Rêheval Tekîn nemir e" û "Dê Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan" hatin berzkirin.
Welatiyan cenazeyê Tekîn bi wesayîtê heya nêzîkî goristanê anîn û ji wir jî li ser milan anîn Goristana Şehîdgehê. Li wir piştî deqeyek rêzgirtinê şervanê YPG'ê Tekîn bi dirûşman spartin axê. Endamê MEYA-DER'ê Ramazan Elmas axaftinek kurt kir. Elmas, diyar kir ku Tekîn ne tenê ji bo Kurdistanê têkoşiya, ji bo hemê gelê cîhanê têkoşiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev şer ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan e. Tekîn jî bi têkoşîna xwe navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên spî yên dîrokê da. Serê hemû gelê me û serokatiya me sax be."
Piştî axaftina Elmas, bavê Tekîn Ramazan Tekîn jî diyar kir ku kurê wî şehîdê hemû gelê Kurd e. Di dawiya merasîmê de Hevberdevkê Bajar ê Colemêrgê Kazim Kurt jî destnîşan kir ku têkoşîna ku Tekîn da têkoşînek mezin bû û heya ji destê wan bê ew ê vê têkoşînê pêl bi pêl mezintir bikin.
Piştî axaftina welatiyan bi awayekî girseyî ji bo sersaxiyê çû mala Tekîn.