Şervanê YPG’ê Paydaş li Nîzîpê hat veşartin

Şervanê YPG’ê Paydaş li Nîzîpê hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Fahrettîn Paydaş (Azad Kobanê) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê sedan welatiyan ve li navçeya Nîzîp a Dîlokê hat defnkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Fahrettîn Paydaş (Azad Kobanê) ji Saziya Tiba Edlî ya Riha hat wergirtin û ber bi navçeya Nîzîp a Dîlokê hat rêkirin. Karwanê cenaze li ketina bajêr ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Goristana Esrî ya Şaredariya Nîzîpê, welatiyan cenaze li ser milan anîn cihê ku wê were veşartin.

Cenaze bi dirûşmayan hat veşartin.

Hevserokê Rêxistina Bajêr a Dîlokê Bedran Fermanoglu di axaftina xwe ya di merasîma cenaze de got ku pêwîst e hemû Kurd tevlî vê berxwedana bi rûmet bibin.