Şervanê YPG’ê Guneş li Sêrtê hat veşartin
Şervanê YPG’ê Guneş li Sêrtê hat veşartin
Şervanê YPG’ê Guneş li Sêrtê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Necat Guneş (Ciwan Dêrsim) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke tevlîbûna hezaran kesî li gundê Xalîdiyê yê girêdayî navçeya Erûh ku qûntarên Çiyayê Gabarê re hat defnkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Necat Guneş (Ciwan Dêrsim) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da duh êvarî piştî karûbarên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Riha duh bi şev ber bi Amedê ve hatibû rêkirin. Cenazeyê Guneş ji bo defnkirinê ku ji Amedê ber bi Sêrtê ve hat rêkirin, li sêrêya Erûh a Sêrtê di nav wan de rêveberên DBP, HDP, hevşaredar, saziyên civaka sivîl jî ku hebûn ji aliyê bi sedan welatiyan ve bi dirûşma, “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê welatî bi karwanê bi sedan wesayîtan, ber bi gundê Xalîdiyê yê li qûntarên Çiyayê Gabarê yê girêdayî Erûha Sêrtê bi rê ketin. Karwanê cenaze li her cihê têre derbas bû bi dirûşma, “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin.
Cenaze di ketina gundê Xalidiyê de ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşm û tilîliyan ve hat pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyê Guneş li ser milan bi dirûşmayan birin goristanê.
Li goristanê piştî wecîbeyên olî, cenaze ji aliyê hezaran ve hat veşartin. Piştî defnkirina cenaze, girseya beşdarî merasîma cenaze bû li gel sirûda, “Çerxa Şoreşê” deqeyekê rêz girt.
Bavê şervanê YPG’ê Necat Guneş (Ciwan Dêrsim) ê piştî merasîmê axaftineke kurt kir got, “Ew tenê ne kurê min kurê gelê Kurd e. Serê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rêhevalên wî sax be.”
Piştî axaftinan girse derbasî mala teziyeyê bû.