Şervanê YPG’ê Canfeda ji aliyê deh hezaran ve hate birêkirin

Şervanê YPG’ê Canfeda ji aliyê deh hezaran ve hate birêkirin

Şervanê YPG’ê Îzettîn Kaçar (Canfeda) ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê  deh hezaran ve hate oxirkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi deh hezaran welatiyan cenazeyê şervanê YPG'ê Îzettîn Kaçar (Canfeda) yê di berxwedana Kobanê ya li hember êrîşên çeteyan DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da spartin axê. Cenazeyê Kaçar ji aliyê malbata wî û endamên MEYA-DER'ê ve ji Rihayê bi karwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat anîn Mizgefta Şehîdan a li Taxa Cûdî, bi deh hezaran welatiyên li vir kom bûn bi dirûşma, "Şehîd namirin" çepik û tilîliyan pêşwazî kir.

Piştî wecibeyên olî, ciwanan darbesta Kaçar ku bi ala KCK'ê hatibû xemilandin, hildan ser milên xwe û bi deh hezaran welatî ku di nav de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevserokên Rêxistinên DBP'ê yên navçe û bajarokan, hevşaredarên navçe û bajarokan yên Silopiya, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê jî hebûn ber bi Goristana Şehîdan a li Taxa Yenîşehîrê meşiyan. Di meşê alên PKK, KCK, YPG'ê wêneyên şervanê YPG'ê Îzettîn Kaçar (Canfeda), Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG'ê" , "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin gotin.

Piştî ku girse gihişt goristanê cenazeyê Kaçar bi dirûşmên, "Şehîd namirin" re hat spartin axê û ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî xwendina duayan endamê MEYA-DER'ê Mele Qasim Yîgît axivî. Qasim diyar kir ku ew ê heya axa Kurdistanê azad bibe li ser rêya şehîdan bimeşin û wiha berdewam kir; "Em di serî de li ber ked û berxwedana şehîdê xwe bejna xwe ditewînin. Ji malbat û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."

Piştî Yîgît parlamenter Faysal Sariyildiz da zanîn ku îro li Kobanê bi hezaran ciwan ji bo mirovahiyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin û axaftina xwe wiha domand; "Gelo Kurd ji bo rûmeta xwe îro berdêlên gelek mezin dide. Çeteyên DAIŞ'ê yên dij mirovatiyê ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd ên bi salan e bi berxwedanê bi dest xistin têk bibe, bi awayekî hovane êrîşan dike."

Sariyildiz got ku gelê Kurd wê heya dawiyê li ber xwe bide û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Ev çete û hêzên hegemonîk dixwazin axa gelê Kurd ku bi xwîna xwe azad kiriye dagir bikin. Bila baş bê zanîn ku gelê Kurd tu dem dev ji meşa xwe ya azadiyê bernede û têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve berdewam bike.

Bavê şervanê YPG'ê Kaçar, Alî Kaçar jî got ku kurê wî şehidê hemû gelê Kurd e û sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê re xwest.

Piştî axaftinan girse bi dirûşmayan belav bû.