Şervanê Kurd Rênas ji aliyê hezaran ve hate birêkirin

Şervanê Kurd Rênas ji aliyê hezaran ve hate birêkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Geçît (Rênas Amed) ê li Kobanê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê ji aliyê hezaran kesan ve hat defnkirin. 

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Geçît (Rênas Amed) ê yê li Kobanê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji bo bispêrin axê gîhişt Êlihê. Cenaze pêşî  ji bo otopsiyê anîn Rihayê û piştre jî anîn Amedê û ji wir jî bi konvoyê anîn Êlihê. Cenaze di ketine bajar de ji aliyê sedan kesan ve li Tesîsa Bêhnvedanê ya Bardakçilarê bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve hate pêşwazîkirin. 

Piştî pêşwazîkirinê cenaze bi karwanekî anîn Zorlu Petrolê û ji wir ji wesayîtê daxistin û bi meşê birin Goristana Asrî. Parlamentera HDP’ê Ayla Akat Ata, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, Serokê HDP’ê Êliyê Mahmut Çîftçî, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER û KURDÎ-DER’ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û hevalên Geçît ên zanîngehê jî bi girseyê re meşiyan. 

Bi hezaran welatiyên beşdarî meşê bûn dirûşmên “Bijî berxwedana YPG’ê” “Bijî berxwedana Kobanê”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” “Şehîd namirin” gotin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Geçît û alên YPG, PKK û KCK’ê hatin hilgirtin.

Piştî cenaze gihişt goristanê bi duayan spartin axê. Piştre ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin.

Hevseroka MEYA-DER’ê ya Êlihê Şukru Baytar li vir axivî û ji bo gelê Kurd ser saxî xwest banga xwedîderketina Kobanê kir. Piştre parlamenter Ata axivî û ji bo malbatê sersaxî xwest û bal kişand ser berxwedana Kobanê.

‘KURÊ MIN ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE’

Dayika Geçît, Muhbet Geçît jî axivî û wiha got: “Kurê min tenê şehîdê min nîn e ew şehîdê hemû Kurdistanê ye.” Piştî duayan merasîm bi dawî bû. Ji bo Geçît li Mala Şînê ya Feqiyê Teyran konê sersaxiyê hate vedan û wê 3 rojan bidome.

ŞERVANÊ YPG'Ê KARA SERDANÊN SERSAXIYÊ

Girseya ku beşdarî cenazeyê Geçît bûn piştre çûn taxa Hîlalê û konê sersaxiyê yê ji bo Adîl Kara yê di 25’ê mehê de jiyana xwe ji dest da û li Kobanê hate definkirin, ziyaret kirin. Apê Kara, Mehmet Kara axivî û diyar kir ku biraziyê wî şehîdê gelê Kurdistanê ye û ji bo tenê nehatine hiştin spasiyên xwe pêşkêş kir. Di serdanê de Mele Îzettîn Ege û parlamenter Ata jî axivîn. Piştî axaftinan serdanên sersaxiyê bi dawî bû.