Şervana YPJ’ê Zînda spartin axê
Şervana YPJ’ê Zînda spartin axê
Şervana YPJ’ê Zînda spartin axê
Cenazeyê Şervana YPJ’ê Meha Seydo bi nasnav Zînda ji aliyê sedan kesî ve hate definkirin.
Cenazeyê şervana YPJ’ê Meha Seydo bi nasnav Zînda ku pêr li Qestel Cindo dem bi erkê xwe pêk tanî di encama qeza tirafîkê de jiyana xwe jidest dabû jji aliyê sedan kesî ve hate weragirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Refîq a li navçeay Şera ya Efrînê hate oxirkirin. Li vir merasîm birêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zîlan Efrînî axaftinek kir û diyar kir ku jina kurd bi hemû îmkanên xwe parastina destkeftî û nirxên gelê xwe dike.
Merasîm bi axaftina Serokê Meclîsa gel a Efrînê Etûf Ebdo dom kir. Ebdû berxwedana YPG û YPJ silav kir. Endamê Saziya Malbarên Şehîdan Tureya Hebeş jî axaftinek kir û soz da ku ew ê berxwedanan cangoriyên xwe dom bikin. Piştî axaftinan sicîlê şervana YPJ’ê Zînda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervana YPJ’ê Zînda bi siloganên ‘‘Şehîd Namirin’’ spartin axê.
Şervana YPJ’ê Meha Seydo binasnav Zînda li gundê Qestel Cindo jidayîk bû û roja Şemiyê di encama qezatirfîkê de jiyana xwe jidest daye.