Şervana YPJ’ê Keser ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Keser ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Keser ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ’ê Hulya Keser (Nûda Arîn) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke ku bi deh hezaran welatî beşdar bûn li gundê Arîşkus ê Norşînê hat defnkirin.
Şervana YPJ’ê Hulya Keser (Nûda Arîn) a li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Keser ji Nexweşxaneya Dewletê ya Riha ji aliyê malbatê ve ku hat wergirtin bi karwanekî sedan wesayîtan anîn navçeya Norşîn a Bedlîsê. Cenaze bi dirûşm û tilîliyan di ketina gundê Arîşkus de hat pêşwazîkirin. Cenazeyê şervana YPJ'ê Keser li mizgefta gund piştî wecîbeyên olî li ser milê jinan bi meşekê anîn goristana gund. Di meşê de ku posterên mezin ên Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û şervana YPJ'ê Keser hatin hilgirtin, rêveberên DBP, HDP, MEYADER, DOKH’ê û hevşaredar jî beşdarî merasîmê bûn. Goristana gund ku bi alên YPG û PKK’ê hat xemilandin, Keser ji aliyê jinan ve hat defnkirin.
Serokê Şaxa Bedlîsê ya MEYADER Nîhat Karababa yê di merasîmê de axivî got, "Eger Nûda tunebûna kesî qîrîna Kurdan nedibîhist. Eger Nûda tunebûna berxwedana bi heybet a li Kobanê ev qasî dirêj dewam nedikir. Em ê bi Nûdayan azad bibin.”
Merasîm piştî axaftina aktîvîsta DOKH’ê Nazîme Arvas û Serokê Rêxistina Bajêr a DBP’ê ya Wanê Musa Îtah bi dawî bû.