Şervana Kurd Gulçin ji aliyê hezaran ve hate birêkirin

Şervana Kurd Gulçin ji aliyê hezaran ve hate birêkirin

Şervana YPJ'ê Cennet Baba (Gulçîn Sêrt) li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesî ve li Sêrtê hat pêşwazîkirin û ji hêla jinan ve hat definkirin.

Şervana YPJ'ê Cennet Baba (Gulçîn Sêrt) di 26'ê Cotmehê de, di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bi giranî birîndar bû. Şervana YPJ'ê Baba li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Baba ji morga nexweşxaneyê ji hêla malbata wê, rêveberên MEYA-DER, DBP'ê û hevşaredaran hat wergirtin û bi berzkirina dirûşmeyan ber bi navçeya Misircê ya Sêrtê ve hat şandin.

Cenaze di ketina bajar de ji hêla sedan welatiyan ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Baba pêşî birin avahiya DBP'ê ya Sêrtê. Jinan cenazeyê Baba li ser milan kirin û birin Mizgefta Şeyh Faraç a taxa Tinaztepeyê. Piştî wecîbeyên olî dîsa jinan cenazeyê Baba li ser milan kirin û birin Goristana Zeviye ya taxa Yenîmahalleyê. Cenaze bi qîrîna dirûşim û xwendina duayan spartin axê.

Piştî merasîma cenazeyê bi gotina sirûda "Çerxa Şoreşê" ji bo cangoriyan deqeyek rêz hat girtin. Bapîrê wê Suleyman Baba got ku Cennet şehîda hemû gelên Kurdistanê ye û wiha axivî: "Neviya min Cennet ji bo dozeke bi rûmet jiyana xwe ji dest da. Îro ji aliyê hezaran rêhevalên wê ve tê oxirkirin.

Divê her kesê ku ji xwe re dibêje ez Misilman im li hemberî vê zilma DAIŞ'ê derkeve. Bila serê me hemûyan sax be."

Piştî merasîma cenazeyê bi hezaran welatî bi hev re çûn konê sersaxiyê ya ku li Parka Bajar a Orhan Dogan hatiye vekirin. Konê sersaxiyê Wê 3 rojan vekirî bimîne.