Serêkaniya Bakûr bû hedefa guleyên komên çete
Serêkaniya Bakûr bû hedefa guleyên komên çete
Serêkaniya Bakûr bû hedefa guleyên komên çete
Topên hawan û tangan ên ku komên çete di avêjin Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê, li Serêkaniya Bakûrê (Serxet) Kurdistanê jî dikevin. Hate ragihandin ku, artêşa Tirk jî bi topan bersiv dide.
Komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/Eniya El-Nusra, ji gundê Til Xelef ê 4 kîlometre dûrî Serêkaniya Rojavaye, di demjimêrên êvarê de dîsa bi topên hawanê êrîşî bajêr kirin. Hate ragihandin ku, gelek topên hatine avêtin li Deriyê Sînor ê di navbera herdu Serêkaniyan de û derdora wê ketine. Di encama topbaranê de 4 kes birîndar bûn.
Li aliyê din hate hînbûn ku, topên komên çete li Serêkaniya Bakûr jî ketine. Li gorî nûçeya DÎHA’yê ji cihê ku komên çete lê ne, guleyên doçka, çekên giran û topan ketine Serêkaniya Bakûr. Hate gotin ku, gelek gule li Mala Mamosteyan a Serêkaniya Bakûr ku rojnamevan jî tê de bûn ketine û rojnamevanan xwe spartiya pişt avahiyê. Her wiha hate gotin ku, gelek gule li Mêvanxaneya Midûriyeta Perwerdeya Netewî û Taxa Aydinlik jî ketine.
Hate ragihandin artêşa Tirk jî bi topan bersiv daye gulebaranê.