Şerê li Şengalê dewam dike: 15 çete hatin kuştin
Şerê li Şengalê dewam dike: 15 çete hatin kuştin
Şerê li Şengalê dewam dike: 15 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku şerê li derdora Çiyayê Şengalê dewam dke û herî dawî 15 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku çeteyên DAIŞ'ê ji 21'ê Cotmehê û vir ve bi êrîşan hewl didin ji herêma Solakê bikevin Çiyayê Şengalê dewam dike û li hemberî van êrîşan gerîlayên HPG û hêzên YBŞ'ê bersiv û berxwedaneke tund nîşan didin.
Hat ragihandin ku di pevçûnên dawî de tespît bûye 15 çete hatine kuştin û hat gotin, "Li vê herêm şer dewam dike. Detayên pevçûnan, bi zelalbûna agahiyan re wê bi raya giştî re bê parvekirin."