'Şehîdên meha Cotmehê' li Freiburgê hatin bîranîn
'Şehîdên meha Cotmehê' li Freiburgê hatin bîranîn
'Şehîdên meha Cotmehê' li Freiburgê hatin bîranîn
'Şehîdên meha Cotmehê' li bajarê Elmanya Freiburgê bi organîzasyonek Tevgera Jinên Kurd û Komîteya Malbatên Şehîdan a Freiburgê hatin bîranîn.
Di kesayetiya gerîlayê YRK'ê Hasan Kara (Felat Welat) ê di 15'ê Tîrmeha 2014'an de jiyana xwe ji dest da û Bêrîtan de, hemû cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Berdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan a Freiburgê Salih Dûran li measîmê axivî û anî ziman ku cangoriyên tevgera azadiyê rûmeta gelê Kurd in û destnîşan kir ku Kurd jî wê di rêya wan de têbikoş e. Dûran diyar kir ku girîng e li dijî êrîşên li hemberî Kobanê û Şengalê Kurd bêtir çalakiyan lidar bixin û banga bilindkirina têkoşînê li her kesî kir.
Di merasîma bîranînê de ku zêdeyî du sed kes amade bûn, piştî xwendina peyama nivîskî ya ji bo malbata Hasan kara, sînevîzyon hat nîşandan û merasîm bi dayîna xwarinê bi dawî bû.