"Şehîdên Cotmehê" li Ludwigshafen û Saarbruckenê hatin bîranîn
"Şehîdên Cotmehê" li Ludwigshafen û Saarbruckenê hatin bîranîn
"Şehîdên Cotmehê" li Ludwigshafen û Saarbruckenê hatin bîranîn
"Şehîdên Cotmehê" li bajarên Elmanya Ludwigshafen û Saarbruckenê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ya li Saarbruckenê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Merasîma ku hejmareke zêde Kurdistanî beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Di axaftinên li merasîmê de hat ragihandin ku Kurd, ruhê xwe yê berxwedana li Şengal û Kobanê ji Bêrîtan û Ronahiyan digirin.
Xizmên cangoriyan jî li merasîmê mafê axaftinê girtin û destnîşan kirin ku dilsoziya bi cangoriyan bi xwedîderketina li têkoşîna wan dibe.
Merasîma ku bi nîşandana sînevîzyona li ser "Şehîdên Cotmehê" dewam kir, bi dirûşman bi dawî bû.
LUDWIGSHAFEN
Li bajarê Elmanya Ludwigshafenê, gerîlayên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ya bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, li dû axaftinan bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Di axaftinên li dû nîşandana sînevîzyonê de jî hat destnîşankirin ku ew ê li dû nûnerên MLKP Serkan Tosûn û Paramaz Kizilbaş ên di têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, bimeşin.
Nûnerê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan di axaftina xwe ya li merasîma bîranînê de bibîr xist ku di meha Cotmehê de fermandarên mîna Rustem Cûdî, Çîçek Kîçî û Elîşêr Koçgirî jiyana xwe ji dest dane û li Rojava jî di meha bihurî de bi sedan ciwanên Kurd ji bo welatê xwe canê xwe feda kirine. Dogan destnîşan kir ku girîng e Kurd bersiveke hêjayî wan bide.
Merasîma bîranînê ya 350 kes lê amade bûn, saet di 17'an de bi dawî bû.