'Şehîdên Cotmehê' li Elmanya, Belçîka û Awûstûryayê hatin bîranîn

'Şehîdên Cotmehê' li Elmanya, Belçîka û Awûstûryayê hatin bîranîn

Li Elmanya, Belçîka û Awûstûryayê, gerîlayên di meha Cotmehê de li refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd jiyana xwe ji dest dan, bi çalakiyan hatin bîranîn.

Li bajarê Elmanya Hamburgê, ji bo "Şehîdên Cotmehê" civîneke bîranînê hat lidarxistin. Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a lİ Steindammê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji berdevkên Meclîsa Jinê ya Rojbîn Nîhal Renklîçay, axaftina vekirinê kir û piştre sînevîzyon hat nîşandan. Dûre li ser navê tevgera jinê Gulnaz Meryem mafê axaftinê girt û da xuyairin ku tevgerên jinên Kurd ji bo tevgerên jinan ên li cîhanê bûne îlhama azadiyê. Meryem ji bo vê yekê jî şoreşa Rojava û têkoşîna jinên YPJ'yî mînak nîşan da.

Xwişka Azad el Elî yê di 24'ê Cotmeha 2014'an de dema li Kobanê komek ji birîndaran dibir ser sînor di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, Leyla el Elî jî li merasîmê axivî.

Ayten Dûrmûş xwişka yek ji pêşengên PKK'ê M. Xeyrî Dûrmûş ê di sala 1982'an de li zîndana Amedê jiyana xwe ji dest da di axaftina xwe ya li vir de got, "Wan, ji bo me mezin bikin xwe feda kirin. Ev têkoşîn weke mîrateyekê ji me re hiştin."

Di dawiya merasîma bîranînê de banga tevlîbûna li meşa 1'ê Mijdarê saet di 14'an a li Hachmannplatzê ya ji bo Kobanê hat kirin.

Li bajarê Belçîka Liege û li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin.

Di merasîma li Liege ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hat organîzekirin de, malbatên gerîlayên li refen PKK'ê jiyana xwe ji dest dan, beşdar bûn. Di çalakiyê de şervanên YPG û YPJ'ê yên li Rojava bi taybetî jî li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û li ser gerîlayên li refên azadiyê di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, sînevîzyon hat nîşandan.

Di axaftina li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê de hat gotin, "Xeta berxwedanê ya Şehîd Bêrîtan îro li Kobanê bi Arîn Mîrxan gihiştiye asta herî bilind" û piştre li ser navê Malbatên Şehîdan û Navenda Civaka Kurd li Belçîkayê axaftin hatin kirin.

Li Viyanayê jî, merasîma ji aliyê Komeleya Jinên Kurd Avesta ve hat organîzkirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Viyanayê pêk hat.

Di merasîma ku nûnera Komeleya Jinê ya Avesta axaftin lê kir de, li ser Arîn Mîrxan a li Kobanê çalakiya canfedayî lidar xist û cangoriyên meha Cotmehê sînevîzyon hat nîşandan.