Şaredariya Çinarê ji bo Kobanê kampanya cil û bergên zivistanê da destpêkirin
Şaredariya Çinarê ji bo Kobanê kampanya cil û bergên zivistanê da destpêkirin
Şaredariya Çinarê ji bo Kobanê kampanya cil û bergên zivistanê da destpêkirin
Şaredariya Çinarê bi hatina zivistanê re ji bo Kobaniyan kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz bang li welatiyên Çinarê kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.
Şaredariya Çinar a Amedê di çarçoveya kampanyaya ku dabû destpêkirin de 40 ton xurek şandibû Kobanê. Şaredariyê niha jî kampanyaya xwarina zivistanê da destpêkirin. Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz banga tevlîbûna kampanyayê kir û wiha got: “Ji bo Kobanê me berê jî kampanya da destpêkirin. Bi hatina zivistanê re, em kampanyaya cil û bergan didin destpêkirin. Bi taybet bi hatina zivistanê re, hewcedarî bi cil û ber û pêlavan heye. Me jî wek şaredarî der barê vê de kampanyayek da destpêkirin.Gelê me çawa ku li Êzîdiyan xwedî derket, xwedî li kampanyaya me ya berê ya ji bo Kobanê derket wê niha jî wisa bike. Di çarçoveya kampanyayê de ji her malekê wê pêlav û montek derkeve. Hedefa me kamyonek cil û berg e. Çavên gelê me yê Kobanê li me ye. Divê em bi alîkariyên xwe xwedî li wan derkevin.”