SAMER: Baweriya bi pêvajoyê ji sedî 84.7 e

SAMER: Baweriya bi pêvajoyê ji sedî 84.7 e

Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER), encamên lêkolînên xwe yên li nava gel di 25-28'ê Cotmehê de li ser mijarên pêvajoya çareserî, Kobanê û êrîşên DAIŞ'ê de kir, bi raya giştî re parve kir. Koordînatorê Giştî yê SAMER'ê Welat Ay, encamên lêkolînê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn bi civîneke çapemeniyê aşkera kir û anî ziman ku lêkolîn li 22 bajarên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, bi hevdîtina rû bi rû ya bi 3 hezar 380 kesan re hatiye kirin.

BÛYERA HERÎ GIRÎNG KOBANÊ YE

Ay ragihand ku ji koma beşdarî lêkolînê bû, ji sedî 70,9 xwe weke Kurd, ji sedî 20,1 weke Tirk û ji sedî 2 jî xwe bi nasnameya Ereb dane naskirin û got, "Destpêkê pirsa 'di dema dawî de pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çiye' li beşdaran hat kirin. Li gorî bersivên hatin stendin, ji sedî 63 ê beşdaran dan xuyakirin ku bûyera herî girîng Kobanê ye, ji sedî 16,4 gotin pêvajoya çareseriyê, ji sedî 6,6 gotin terora DAIŞ'ê, ji sedî 2,7 gotin çalakiyên ji bo Kobanê, ji sedî 2 gotin polîtîkayên derve, ji sedî 1,4 gotin şehîdkirina leşkeran, ji sedî 07, gotin bêkarî, ji sedî 0,5 gotin nearamiya aboriyê, ji sedî 0,5 gotin nelirêtî. Her wiha ji sedî 2,9 ê beşdaran bersivên cuda, ji sedî 3,3 jî bersiva 'nêrîna min nîne' dan."

Ay ragihand ku li gorî encamên lêkolînê, gelê herêmê li aliyekî Kobanê li pêşiya nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê dibîne, li aliyê din jî weke yek ji şertên pêwîst ên pêvajoya çareseriyê destnîşan dike. Ay diyar kir ku di vê nuqteyê de destekkirin yan jî desteknekirina pêvajoyê weke xaleke girîng derdikeve pêş. Ay da zanîn ku ji sedî 84,7 ê beşdaran diyar kirin ku ew destekê didin pêvajoya çareseriyê û li ser pirsa 'di pirsgirêka Kurd de pêşketinên girîng tên jiyîn yan na' de ji sedî 26,3 ê beşdaran dane xuyakirin ku bûyerên erênî diqewimin. Ay anî ziman ku li gorî sala derbasbûyî kêmbûnek heye û got, "Di lêkolîna SAMER'ê ya Cotmeha 2013'an de, ji sedî 39,6 ê beşdaran di wê baweriyê de bûn ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşketinên erênî hene. Lewma di vê mijarê de kêmbûneke trajîk heye."

Ay ragihand ku ji sedî 85,9 ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi zelalî bimeşe divê raya giştî bê agahdarkirin û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Nîqaşên sereke yên di rojên dawî de derdikevin pêş; di pêvajoya çareseriyê de sermuzakerevaniya Abdullah Ocalan û nîqaşên li ser avahiya heyeteke sekreterya ya ji bo Abdullah Ocalan e. Di vê mijarê de nêrîna beşdaran hat pirsîn û li gorî vê yekê jis edî 66,2 ê beşdaran bi awayekî erênî li nîqaşên ji bo sermuzakerevanbûyîna Abdullah Ocalan dinêrin, ji sedî 67,9 di wê baweriyê de ne ku avabûna heyeteke sekreterya wê tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike."

DAIŞ GEFEK LI DIJÎ TIRKIYEYÊ YE

Ay da xuyakirin ku di pirsên li ser mijara DAIŞ'ê de, ji sedî 91,4 ê beşdaran DAIŞ'ê weke rêxistineke terorê dibîne, ji sedî 4,1 weke rêxistina terorê nabîne. Ay destnîşan kir ku ji sedî 80,1 ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku DAIŞ wê di rojên pêş de li hemberî Tirkiyeyê jî bibe gefeke. Ay ragihand ku ji sedî 69,2 ê beşdaran bawerin ku DAIŞ ji Tirkiyeyê destekê dibîne.

DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE BAWERIYA BI AKTORAN

Ay da xuyakirin ku der barê nêzîkatiyên li çareseriya pirsgirêka Kurd, daxuyanî û hewldanên wan de baweriya bi hin siyasetmedaran jî li koma lêkolînê pirs hatine kirin û got, "Li gorî bersivên hatin girtin, baweriya bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a di astên cuda de ji sedî 23, baweriya bi Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ji sedî 20,3, baweriya bi Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek ji sedî 16 hat hesabkirin. Baweriya bi lîderên mûxalefetê, li gorî encamên lêkolînê baweriya bi lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 4,5, baweriya bi lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî ji sedî 4,8 e. Dema li aliyê din ê aktorên maseya muzakereyê tê temaşekirin, baweriya bi Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji sedî 66,4, baweriya bi Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak ji sedî 61,4 û baweriya bi tevkariya Abdullah Ocalan a li çareseriyê jî ji sedî 71,8 hatiye tespîtkirin. Li gorî daneyên Cotmeha 2013'an ên SAMER'ê baweriya bi hevserokan û Abdullah Ocalan di nava sala dawî de zêde bûye."