Salih Muslim hevdîtinên li Stenbolê ji Nûçe TV re vegot
Salih Muslim hevdîtinên li Stenbolê ji Nûçe TV re vegot
Salih Muslim hevdîtinên li Stenbolê ji Nûçe TV re vegot
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, der heqê hevdîtinên bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirk a li Stenbolê de got, "di warê diyarkirina niyetê de, gelekî baş bû" û diyar kir ku hefteya pêş dibe ku hevdîtineke nû pêk were. Muslim da xuyakirin ku rayedarên Tirk piştgiriya xwe ya ji bo Eniya El Nûsra înkar dike û got, "Dibêjin; bi qasî ji we re xeter e, ji me re jî xeter e. Divê çareyek ji vê re bê dîtin."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, li Nûçe TV beşdarî bernameya Gundemê ya bi pêşkêşiya Bakî Gul bû û bersiv da pirsên li ser hevdîtinên wî yên li Stenbolê.
Salih Muslim ragihand ku hevdîtinên Stenbolê, li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Tirk pêk hatine û destnîşan kir ku rojeva sereke jî, projeya wan a rêveberiya demî ya ji bo Rojava bû. Muslim got, "Ji bo Rojava projeyeke me ya rêveberiya demî hebû. Ev careke din ket rojevê. Hineka şaş şîrove kirin. Li aliyê Tirkiyê jî hin şîrove hebûn. Ji bo ev were fêmkirin û rewş were nirxandin, Wezareta Karên Derve em vexwed Stenbolê. Me jî, ji bo bersivdayina vexwendinê demek diyar kirin û çûn."
Muslim da xuyakirin ku hin pirsên aliyê Tirk ên li ser projeyê hebûne û wan jî rewş vegotine û got, "Hevdîtin gelekî erênî bûn. Me fêm kirin, ku tevî şopandineke çend mezin dorfireh, dîsa jî gelek tişt hene ku em dikarin bi hevdîtina rûbirû ji hev re bêjin."
Der heqê encamên hevdîtinan de Muslim got, "Di warê diyarkirina niyetê de gelekî baş bû" û diyar kir ku di çarçoveya biryara dewamkirina hevdîtinan de, hevdîtina di dorê de dikare di hefteya pêş li Stenbol an jî Enqerê pêk were.
Li ser pirsa, êrîşên Eniya El Nûsra yên li Rojava di hevdîtinan de hatin nirxandin an na? Muslim got, "Ev êrîş jî, madeyeke ji rojeva me bû. Li gorî agahiyên di destê me de, beşek ji van êrîşkaran (Komên El Qaîde yên êrîşkar) ji Bakur dikevin hundurê sînor. Bi taybetî li Girê Spî (Til Ebyad). Hin derdor hene alîkariyê didinê. Alîkarî tên. Me ev gotin. Wan jî înkar kirin. Gotin; 'Tiştekî bi vî rengî tineye. Her tiştên di sînor re derbas dibin, haya me ji hemûyan tineye. Ji ber vê yekê emê lêkolîn bikin, lê binêrin.' Ispat û delîl jî pirsîn. Me jî nasname û gelek tiştên hatin bidestxistin, ji wan re ragihandin. Lê min li gel xwe belge-dosya nebiribû. Di hevdîtina pêş de bêguman emê vana pêşkêş bikin. Di destê me de gelek delîl hene."
Muslim nêrînên aliyê Tirk a li ser El Nûsra jî nirxand û got, "Ew vê dibêjin: Bawerim Birêz Davûtoglû anîbû ziman, 'El Nûsra ji bo me jî xetere ye. Em qebûl nakin. Bi qasî ji we re, ji me re jî xeter e û ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn xetere ye. Divê ji vê re çareyek bê dîtin."
Salih Muslim diyar kir ku di hevdîtinan de mijara Îmrali û pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê nehatiye rojevê. Muslim destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê wê bandoreke mezin li Rojava bike.