Rojnamevan Esra Çîftçî ya milê wê şikest, bi saetan li ser sînor hat sekinandin
Rojnamevan Esra Çîftçî ya milê wê şikest, bi saetan li ser sînor hat sekinandin
Rojnamevan Esra Çîftçî ya milê wê şikest, bi saetan li ser sînor hat sekinandin
Rojnamevan Esra Çîftçî ya di dema şopandina nûçeyan de li Kobanê milê wê şikest, piştî ku bi saetan li ser sînor hat sekinandin û gelek caran lêgerîn lê hat kirin, derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Ji bo bê dermankirin Çîftçî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Rojnamevan Esra Çîftçî ya ji roja destpêkê ya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û vir ve li Pirsûsê û ehrî dawî jî derbasî Kobanê bû û nûçe dişopand, milê wê şikest. Çîftçî ya ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibe hat ser sînor, lê piştî bi saetan li ber derî hat sekinandin, derfet dît ku derbas bibe.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê li cem Çîftçî ye diyar kir ku jendermeyan bi awayekî kêfî ew sekinandine û li sê cihan rawestandine. Ayhan diyar kir ku Çîftçî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.