Rewşa astsubayê rastî êrîşê hat giran e
Rewşa astsubayê rastî êrîşê hat giran e
Rewşa astsubayê rastî êrîşê hat giran e
Li Amedê astsubay Necdet Aydogdu ku li 8'emîn Fermandariya Bingehîn a Jetan peywirdar e li bazarê rastî êrîşa çekdarî hat û rewşa wî xetere ye. Piştî bûyerê tîmên taybet rêya Korxetê dorpêç kirin.
Li ser rêya Korxetê ya Rezana Amedê astsubayê bi navê Necdet Aydogdu yê ku li 8'emîn Fermandariya Bingehîn a Jetan a Amedê peywirdar e dema ku ew bi hesera xwe re li bazara digeriyan seat di 16.30'an de rastî êrîşa çekdarî ya 2 kesên ku rûyên wan girtî bûn hat. Di êrîşê de Aydogdu bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat hînbûn ku rewşa Aydogdu xetere ye û di beşa lezgîn de tê girtin.
Piştî bûyerê tîmên taybet rêya Korxetê dorpêç kirin. Tîmên taybet ên ku çûn Meclîsên Gel ên taxên Kotxet û Fatîhê li wir lêgerîn pêk anîn û nahêlin rojnameger nêzîkî cihê bûyerê bibin. Helîkopterên polîsan bênavber li ser rêya Korxetê digerin. Dorpêça polîsan a li taxê didome.