Rêveberiya nû ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê diyar bû
Rêveberiya nû ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê diyar bû
Rêveberiya nû ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê diyar bû
Di 2. Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Stenbolê de, Emrûllah Bîngul û Arîfe Çinar ji bo Hevserokatiya BDP'ê ya Bajarê Stenbolê hatin hilbijartin.
Di 2. Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê de, li dû axaftina Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, raporên kar û maliyê hatin xwendin. Piştî xwendin û nîqaşa li ser raporan, li ser navê malbatên Roboskî Seyhan Urek mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku tevî di ser komkujiyê re 578 roj derbas bûne jî kujer nehatine dîtin û got, "Bi vê komkujiyê re dilê me şewitandin. Êşa di dilê me de hînê weke roja destpêkê ye. Şîna me dewam dike. Eger Serokwezîr Erdogan aştiyê dixwaze, divê berpirsyarên komkujiyê bibîne û darezîne."
Piştî axaftinan li ser yek lîsteyê bi beşdariya 350 delegeyan hilbijartin hat kirin. Dema hilbijartin destpê kir, rayedarên Desteya Bilind a Hilbijartinê gotin heta ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li salonê neyê daxistin, hilbijartin bi awayekî fermî nayê destpêkirin. Li ser nerazîbûna welatiyan, wêneyê Ocalan li cihê xwe ma û hilbijartinê destpê kir. Di encama hilbijartinê de Emrûllah Bîngul û Arîfe Çinar ji bo Hevserokatiya BDP'ê ya Bajarê Stenbolê hatin hilbijartin. Ji bo rêveberiya bajêr jî 24 endam û 24 endamên cîgir, hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartinan, kongre bi stranên Koma Agirê Jiyan û govendê, bi dawî bû.